Helbest

25 xwendin.

Şiwan Kaban - Bîrtan Ekem
Hemû şewê kotirî dillim
Ball egrêt û berew lay êwe efrê
Le pêşan da leser lutke la edat û
Rû le êwe û rû le şewqî
Ser şeqam û ser kollan
Naw mallekan lenger egrê

Emca berew kurey dilltan helldefrê
Bîrtan ekem lem xurbete sextemewe bîrtan ekem
Lem azare bê kotayî bê binewe bîrtan ekem
Arezûy dîdartan ekem bîrtan ekem

Hemû şewî le mirwarî firmêskî em xurbetewe
Milwankeyek ehonmewe bo milî ciwanî şarekem
Hemû şewê le gullzarî em ?xurbete
çepkê gullî sur eçênim bo naw gulldanî şarekem
Hemû şewê dêm le dergay dilltan edem
Hawar ekem bîrtan ekem
Hemû şewê kotirî dillim helldefrê û
Le lay êwe lenger egrê
Her lay êweş ebê bimrê ,bîrtan ekem

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê