Helbest

50 xwendin.

Siyahpûş - Xezel
Ez nizanim ew çi sûret bû me dît der cameyê
Şibhê şemê sohtî cergê min wekî perwaneyê

Wayêweyla sohtî cergî ez kirim mest cunûn
Lew me qesd e secde bim ber saqîyê meyxaneyê

Min qebûl in xemr û saqî dêr û zunnar û senem
Me navên seccade û ewrad digel sed daneyê

Ey hebîba ger cehennem dave bit tu dane bî
Bi qesem dê biçme nav de ez bi qesda daneyê

Lê nizanim tu ji kêy Leylê ebnayê Tay
Şibhê Mecnûnê zemanî rû bikeym wêraneyê

Ez çi çare kem kî jderdê min xeber de ey hewar
Dê ji kê bipirsim nizanim menzîlê cananeyê

Şemê cana dûredest e menzila min zulmet e
Ez ji kê gazinde keym bînî şemala xaneyê

Xuzîya roja wisalê bixûyê zulfê hebîb
Ku bi mijga ta bi ta kem ez mîsala şaneyê

Muhbetê kuştim Sîyahpoş şibhetê Seyfulmulûk
Lew li ser min ferzê eyn e secdeya putxaneyê

Aşiqê sadiq ew e ê ku di rêya dîlberê
Ger ewî bînin bi ker kin neşkêne peymaneyê

Karê şemê her şewat û muhbet û sohtinî ye
Lew disojitin Îranê şibhetê perwaneyê

Çavkanî: yektauzunoglu.com

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê