Helbest

30 xwendin.

T. S. Eliot - Tiştê Ko Tavê Got
Piştî ronahiya çira li ser riwên xwêdandayî
Piştî bêdengiya qeşayane di kulîlkstanê de
Piştî jana di cihên keviriyane de
Qîrîn û girî
Zindan û qesir û dengvedana
Tava biharê li ser çiyayine dûr
Ew ê ko dijiya aniha mirî ye
Em ên ko dijiyan aniha em dimirin
Bi piçek sebir
Li vir av niye lê tenê kevir
Kevir e û av niye û rêya qûmîn
Rê li xwe difitile li jor di nav çiyayan de
Yên ko çiyayine ji kendalan in bê av
Heger av hebûya emê rûniştana û me dê vexwara
Di nav kendalan de merov nikare raweste û vexwe
Xwêdan zûha ye û ling di qûmê de ne
Heger tenê av hebûya di nav kendalan de
Devê çiyayê mirî bi diranine qulkirî ko
Nikarin tif bikin
Li vir merov nikare raweste ne xwe dirêj bike ne rûnê
Ta bêdengî jî li van çiyayan tineye
Lê tavek stewr bê baran
Di çiyayan de ta tenêbûn jî niye
Lê hew riwine sor madtriş û har hîqhîqê dikin
Ji deriyên xaniyine heriyî hilweşandî
Xwezî av hebûya
û ne kendal
Heger kendal hebûna
û av jî
û av
Kaniyek
Golek di nav kendalan de
Heger tenê dengê avê hebûya
Ne çirçirk
û pûşê distirê
Tenê xuşxuşa avê li ser kendalan hebûya
qitika bitenê di nav darên kajê de bistiraya
Dilop diniqute dilop diniqute diniqute diniqute diniqute
Lê ti av tineye
Ew kî ye yê sêyemîn yê timî li kêleka te dimeşe?
Dema dihejmêrim, hew ez û te ne bi hev re
Lêbelê çaxê li jorî rêya sipî dinerim
Timî yekî din heye ko li kêleka te dimeşe
Dilezîne nexuyayî di nav mantoyekî qehwe de, ser û
Rû nixumandî
Ez nizanim zilam e yan pîrek e
-- lê ew kî ye yê li aliyê te yê din?
Ew çi dengê bilind di ba de ye
Nalîna şînîstranek dayikane
Ev kî ne ev kerwanên sernixumandî yên dilivin
Li seranserî deştine bêdawî, dilikumin di erda qelişî de
Higulîskkirî tenê bi asoyê berfireh
Ew çi bajar e li serê çiyan
Diherife û tê lêkirin û di bayê binefşiyane de diteqe
Kelehên hildiweşin
Jerusalem Athens Alexandria Vienna London
Derewîn, nebirra
Pîrekekê porê xwe yê dirêj ê reş kişand hev
û ji têlên kemencê mûzîkek nerm deranî
û barçemokên bi rûyên zarokan di ronahiya gewez de
Fîrfîr kirin, û baskên xwe li hev xistin
û xwe bi serine tewandî bi jêr de li ser
Dîwarekî reşbûyî xijiqandin
û serobinî di ezman de kelehine
Li zengilê bîranînê dixin, haydarê saetan in
û dengine distirên ji hindirê timbiline vala û
Bîrine miçiqî.
Di van qulên genî de li nav çiyayan
Di ronahiya heyvekê qels de, giya distirê
Li ser gorine herifî, li ser dêrê
Dêra vala, tenê xaniyê ba ye
Ti pencerên wê nînin, û derî dilerize,
hestiyên zûha nikarin ziyanê bighînin ti kesî
Hew dîkek rawestiyabû li ser banê darîn
Qî qî qîqî qî qî qîqî
Di çirûskekê ji şewqê de. Dûra bayek şil
Baranê dibarîne
Ganga çûbû xwarê, û pelên hişkbûyî
Bendî baranê man, di vê navê re ewrên tarî
Li hev diciviyan li dûraniyekê pirr, li jora Himavat.
Daristanê xwe qurnisand, di bêdengiyê de xwe çemand
û tav ştexilî
DA
Datta: ma me çi dabû?
Dostê min, xwîn dilê min dihejîne
Cegerkirina tirsker ya kêlîka çîz û dandestê
Ya ko emrek ji hayjixwehebûnê nikare wê vegerîne
Bi vê, û tenê bi vê, hebûna me hebû
Ya ko nayê dîtin di şîniyên me de
Yan di bîranînên ko pîrê ya destfireh ew daliqandine
Yan di bin mohrên ko parsekekî zihîf ew şkenandin
Di odeyên me yên vala de
DA
Dayadhavam: dengê kilîtê hate guhên min
Carekê di xilqê de dizîvire û carekê tenê dizîvire
Em di kilîtê de diramin, heryek girtî di zindana xwe de
Di kilîtê de dirame, heryek zindanekê diçesipîne
Tenê di ketina şevê de, dengvedanine bayane
Coriolanusê şkestî kêlîkekê vedijînin
DA
Damyata: qeyik bersiv da
Kêfxweş, bi destekî di şelpî û babirkan de pispor
Derya bêliv bû, wê dilê te bersiv
Dabaya
Kêfxweş, ko bihata bang kirin, bi erêyî dê lêbida
Ji destine çavdêriyane re
Ez li ser peravê rûniştim
Masî digirtin, deşteke zuha li paş min bû
Ma hinekî jî divê ez erda xwe bidim ser hev?
Pira Londonê
têxwarê têxwarê têxwarê têxwarê
û ji hezkirina agirê paqijker re
Kengî ez dê bibim mîna hechecîkan -ah hechecîk hechecîk
Mîrê Aquitaine bi keleha xwe ya diherife
Bi van perçan min kavilên xwe dan sipartin
Loma aniha li gor we ne. Hieronymo şêt bûye ji niv re.
Datta. Dayadhvam. Damyata.
şantih şantih şantih

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê