Helbest

27 xwendin.

Tahir Dînarî - Ger Di Pirsî Li Rewşa Min
Ger di pirsî li rewşa min
nexweş û xirabim ez
Ji qerem ketî me şistim
bê çok û bê kabim ez

Derbek te da nîveka dil
hîna çardeh sali bûm
Hê ketiyê wê derbê me
Ji erdê ranabim ez

Berê pişta wekî latê
didê Min tû hey zalim
Birîndarek nîvkûştîme
Êş û tev ezabim ez

Ji wê çûn û nehatinê
şev û rojan nasnakim
Her demî xem xwarê
Wan neynokê tey kûlabim ez

Cihê dax û kewyên xemrî
Ji bedena min naçin
Hê dipirsî li rewşa min
Xweş ceger kebabim ez

Ji destê te tobedarim
Kû negrim yareke dî
Ji ber nal û qare qarê
Wek ney û rebabim ez

Ji mêlakan şûr te lê da
Kûn û berîk tê vebûn
Hilgirtye cihê birînê
Nav xwîn û edabim ez

Carek nekir li min qencî
Dibêjim te rusayê
Gûnehê min para te bin
Jê xweyî hesabim ez

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê