Helbest

48 xwendin.

Tengezarê Marînî - Çi Ma û Te Nekir !?
Ba sêwî maye,
em li çi qûnaxê..
sîbera qehwê dax didin?
Min ji qelebalixa te hezkiriye.
û li ser şemendefera rondikên te,
termê min xwe vedide.
Ev meya min e,
dudilî dibe,
mîna
mirinê ken diteqîne.
Min mijankên xwe li ser wî rûbarî melisandin,
çavdêrê evîndara min in.
Helbestê rawestîne,
valahiya dengê te dûr e.
li germiyanan,
min nîvroja xwe, sarkir.
çi dibe !
Peyvên we nehişiyê dibestînin.

Bedena te mişt e,
ji kolanan,
ji hêviyan,
ji susretê,
ji Komirê.
Tozê bi ser xwe dake,
di birînên te de dixendiqim.
Fehliya te dibilîne,
di xirûcirê de, dizîvirî tu.
Cihê xwe binase,
destpêka qeşema dawî ye!
Min têlên pirça te,
ji wêneyên dîloka xwe re kirine nîşan.

Lêvên min birsî ne,
bi navê te
sûnd dixun.
Bêriya te ye,
bi gilîzokên bêdengiyê dinuxume.
Kernevala nebûna min e,
li ser gora ahengan.
Ez baz im,
ji xwîna te me.
Min ji dengê xwe biparêze.

Bi xewnên te,
destnimêja xwe digrim
meya te,
pizrûk pizrûk di xwe de, dinivînim.
Tu dibêjî na na naaaaa
Hemî pirsan li pey hev rêz dikî,
bi tenê.....
pirsekê tu nakî.

Hetav dilerize û
Kes tênagihe.
Windabûn e, min belav dike !?
Tu bixwe min dibînî.
çawa ez bi mirinê şa dibûm..
Mirin welateke,
xwe bigire,
va ez hatim dîlbera min.
Min li wir himbêz bike,
ew giyanê jiyanê ye,
ez dengê şeva sermedî me.
Dilê min bi te disote,
tu jî..
mîna bextê evîna min
şikestî.
" dem ne ev dem e"
War tune ye.
şûnwarekî ji derveyî te me.
Ger ev qêrîn
Careke din bixure...

Li xaçerêkan,
ahînên min in, xakê diramûsin.
Em, di ..
Jibîrkirinê de digihin êkûdu.
çavên me lihev dikevin.
Roj reş in,
tena-tena
wek xewnên min,
bêlîlandin dibuhurin
diçin,
diçin
diçi i i n.

Hannover (Elmaniya), 16.8.1998

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê