Helbest

31 xwendin.

Tengezarê Marînî - Gulleya Dawî Ji Şîna Memê
Dawî ji şîna Memê
Ji dûr ve, tû, av hatî.
Vaye, ezê xwe çîrok di zikrata dawî de, bo te verêjim.
Viyan e, ji gulleya mijê.
Dema xewa te nehatiye;
Di daketina min de, aheng hildikişe!
Xumam dibişire.
Li ber nalîna gulê, radiwestî..
-Lavija xwe ya dawî,
ji zerezenga keserê,vejîne;
Ev fîxana dûrbûna te ye,
ji tarîka mista min e..
Nesrîna vê bobelatê ye, ji agirê bejina te;
sergêjiya avê ye,
ji işqa min û te sîberan seqa dike;

Sultanê meya te ne, tiliyên min.
Li ber dergehê xudê işq e.
Dora te nehatiye û mêbûna te, tovê havîneke jixwebawer e;

Balindeyên bendewariyê ne,
ji lerza bêrîkirina min dibin neynik.
Min vegerênin dengê wê.
Ez xwe bi ramûsanên te badidim.
Ji henasa berbejina te re, heyranok im.
Befr im, di nivişta evînê de; Ji ba re, axîna zimanê çîrok û çîvanokan im.
Rêwingî me, ji aramiya Memê himbiztir im!
Ji Keservedana te, cama min mişt e;
Dîtina te.. gulav e, ji asoyan zer e.

-Hilçene
Te himbêz dikim û hinar berdidim.
Min ji kurte-pista xwe re, veşêre.
Hêviya gula berbero ye.

Ey...
Gula ji bêciriyê xwe naşo,
ez heyvanê te me.
Ji leylanê, sîkê bide min û wêne ji xwe re bibe.
Ji pîjên girnijîna te, rêwingî me.
Ji susireta, mêrg û çîmenên te, bê sipîndar, govê digrim.
Dengê min, vedenga dillêdana te ye.
Ji axê re, nevî me, şîn im, dîn im...!
Nelivirbûna te, birîndariya min bi çarik dike
Li se rêçên te, qehwe me.
Tu fala koçberiyê û qeymaxê xatirxwestinê yî.
Di dengê min de, şîn î, sûrih î.
Ji dîtina te, şevînan, serxweş ber bi oxir dikim
Sebr û henasa min,
bo stêra mirinê ji weşiyên destpêkan re bidim hev,
kenarê min hilweşêne.
Ez ba me.
Tiliyên xwe ji çîroka sefera Memê, dixemilênim.
Gurniyê serpêhatiya şeva gonê ye,
-gula mirinê bo min bihêla.
Di şikefta Payîzokan de, matmayîna oqyanosan, tevlîhev dikim.
-Lavija te ya berdawî ye:- Memo
Ji xilmaşiyê, min bide hev.
Min bispêre Kulîna Kelehê,
da xunafa Cebanan tev bibin silava gul û indekoyan!!!

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê