Helbest

186 xwendin.

Ulku Bîngol - Helbestranek ji bo Xewnên Zarokan 'LEGLEGÊ'
Leglegê ha leglegê
Leglegê perbelekê
Kulîlk vebû bihar e
Tu wer were leglegê

Leglegê ha leglegê
Leglegê perbelekê
Germ e, germa havînê
Tu wer were leglegê

Leglegê ha leglegê
Leglegê perbelekê
Payîz e têjik firîne
Tu wer were leglegê

Leglegê ha leglegê
Leglegê perbelekê
Sar sar e zivistan e
Tu her here leglegê

*Bi destûra helbestvanî ye.

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê