Helbest

532 xwendin.

Ulku Bîngol - Sorya
meryema ya bêgunehî
wek şevek lalî
fedî neke
şilf û tazî ye tu
sorya
kî kane!
xweşikbûyînê bi sûr û bedenan
dorpêç bike
her êvar
soriyek dikeve rûyê erdê te
her demsal
similê gênim diseride
li sînga te
ger tu welatek bî
wê pakrewanê ewil ez bim
ger tu dîlberek bî
wê bengiyê dil bi tîr ez bim..
axsorya
ditirsim
wê pelê beybûnê yek kêm be
an jî yek zêde be
ji ava remldara ditirsim
dibe ku neherike navê te
bêxew im her şev
li giliya çavên min dipiçikî
di berbangê de
nûxwirê evînê me
di welatê soryayê de
rojavayê dil nabîne çiyayê helgurdê
mûnzir li kendalekî maye
zozan
deşt
gelî
û raperînên bêhejmar
te xwe bi welatekî xemilandiye
sorya
çend sedsal min pîr kirin
wek sîmurgekî
bi evîna te
bûtîmar im li qeraxên
dilê te
çi yî tu?
kî yî tu?
sorya.

ji PEYMANê

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê