Helbest

24 xwendin.

Walî - Gel Min Ev Nayête Rê
Gel min ev nayête rê werne min û vê suhbetê
Kê bihîstîye kû aşiq çav nedîtî dil ketê

Fend û fêl çavan dibarin mekr û hîle tên ji dest
Ax kû gur gur naz dihên xar ji vê bejn û qametê

Hemberî min danîne sed zincîr û dol û telik
Dikim û nakim nikarim bistînim jê derfetê

Ne ji xwe min dûr diket û nej dibêje min erê
Hers û kîn yan eşq û vîne ez nizanim nîyetê

Car caran ken ser lêwane car caran xulk şîn û tal
Dîne yan bêdîne! Ev ez qet nizanim îletê

Car caran biryar didim kû terka vîna wê bidim
Lê nikarim qet ji bîr kem ez vê xulq û adetê

Wekî reş mareke ev dil di kemîna wê deye
Bo riha bûn ji vê jehrê ez nabînim cur`etê

Bo giheştinê min daye mal û milk û can û dil
Lê li min ev hîn dixwaze nabêje min qîmetê

Walî tû terka evê vîna seranser xwîn bide
Da nebêjin kû tû bûyî kuştîyê xal û xetê

04.09.2014, Urmîye

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Ji kerema xwe re dîsa biceribîne..

Helbestên din ên Helbestvanî/ê