A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ahmed Muxtar Caf - Weten
232 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ahmed Muxtar Caf - Weten

Seyrî ken xelqîne tuxwa haletî zarî weten
Çend perêşane leber xeflet hemû karî weten

Wextî têkoşane ey qewmîne xeflet ta bekey
Wa xezanî kirdiwe êstêke gulzarî weten

Xo weten emro nexoşe em tebîbî hazîqe
Çî ebê bîka mudawa qelbî bîmarî weten

Kwanê xelqîne le kwên fîrqey munewwer tînetan
Çunke ew fîrqe ezanin derd û azarî weten

Min be bax û gulistanî cennetî nagormewe
Xakî ew cêgey ke kurde neşterî xarî weten
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê