A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bahadîn Robar - Tofana Evînê
759 Xwendin
37 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bahadîn Robar - Tofana Evînê

Ez gerokekî evînê me û
tême ber stara keleha bejna te,
Ji roja roj ve şervanê rastiya bêrûpoş im
û dibim nobedar li ber herdu bircên çavên te
Ji Robardilê xwe berê kelek û keştiyan
didim Robarbihuşta dilê te.
Tu dizanî, tu benderevîna dilê min î,
Lewre îro li dilê min
bûye tofana evîna te û
li ber pêlên evîna bêbinî ketime û
ber bi kendava te ve têm,
Ez bûme Nuhê hemdem,
tu jî ji min re bibe Cûdiyê Miradan
û di dilê xwe yê pîroz de
cih bide keştiya min a li ber
tofana evîna te ketî
Bila vê carê jî ez bibim Nuhê evînê
û ji vê tofanê rizgar bibim û
weke Mem ji bo Zînê, ez jî
di herdu bircên çavên te yên
Belek de bibim cangorî û bila
li ber keleha bejna te ev giyan bibe gorî,
bila bibe gorî da ku Robarên evîn û
azadiyê zelal biherikin ey çav birc û belekê!

*09.04.2013 zindana Amedê
*Ji pirtûka wî Birca Belek, r: 87, Weşanên Ar.
*Bi destûra helbestvanî ye.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?