A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Berken Bereh - Ew Bajar
1215 Xwendin
5 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Berken Bereh - Ew Bajar

I
Bajar
Ax ew bajar!
Savarek rijî ye êdî
Xewneke kêm xwê
Dengê evîndaran jê vederbûyî.

Mizgeftek bê sofî
Xortekî bê evîn
Asîmanek bê stêrk im
û dikim û nakim
Wî bajarî ji bîr nakim.

Ax ew bajar
Nizanim ne tu ez î
An ez tu.

II
Hêlîna me talankirin van bêbavan
Cara çendemîn e bizanin
Neviyên 28 raperînan

Her mirinek
Rêzek ji helbesta te diweşîne
Her dengek
Te ji nû ve vedijîne.
Fermo bibîne!

III
Hêviyek ji pola ye
Ew bajarê malmîrat
Çiqas tê kuştin
Hewqas xweşik dibe.

IV
Xewneke ji ewrên stewr hûnandî
Gûliyên tol diqewirîne
Bi awazên kop
Ji temenek derengmayî

Her kêlî
Bêhtir nêzî xwe dibim
Bêhtir nêzî mirinê.

Ew bajar lê qirşa berhev dike
Li ser gûliyê dengê xwe
Hembêza xwe dixemilîne bi binevşan
Da aştiyê bihewîne.

Ew bajar
Kurtejiyana min e!

*Hat serastkirin.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?