A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bro Omerî - Rewşa Welêt
434 Xwendin
4 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bro Omerî - Rewşa Welêt

Di nav ar û pêt de dijîm
Hevala min tu çawayî?
Bi kul û derdên xwe digrîm
Delala min tu çawayî?

Hezar sal in li ser te ceng
Hatin kuştin mêrxas,1eheng
Cejn û Newroz diçin bêdeng
Sersala min tu çawayî?

Ew şêr û baz in li çolê Li Serhedê û li Torê Sed seg berdane derdorê Şepala min tu çawayî?
Şepala li lata gelî Birîndar e, kûr dinalî Se direyin li her alî Hewara min tu çawayî?

Dagirkerên barbar û hov
Binpê kirin mafên mirov
Rûxandin tev çewlik û gov…
Pergala min tu çawayî?

Şar û gund gişt wêran kirin
Jiyan li me zindan kirin
Der û hundir talan kirin..
Bermala min tu çawayî?

Li pêş çavên Bro Omerî
Agir berdan rêl û devî
Teba, tilûr revî, revî...
Xezala min tu çawayî?

Roja ku ez te nabînim
Hêsrên çavan dibarînim
Bi qerpalan dimalînim
Desmala min tu çawayî?

Xwezî b’roja te bikim bûk
Hine bikin dest û neynûk
Bigerînim 1i şar û sûk…
Bêmala min tu çawayî?
Şîrove
Agît Yazar
08-09-2023, 19:06:59
Dş sala 1998an ez li Mêrsînî nûnerê rojnameya Azadiya Welat bûm. Ez çûm serdana gorbihişt Buro Omerî. Cihê muayenexaneya wî li nêzî nexweşxaneya dewletê bû. Ji min re got: "Egît Can, ez rojekê çûm welêt. Min dît dewlet li nêzî Nisêbînê agir daristan ûçergehên welatiyan dide. Hingê dilê min şewitî û min helbestek wiha nivîsî" û rabû ev helbest ji min re xwend. Jixwe me ev helbesta wî di rûpelê rojnamê yê çand û hûnerê de jî weşandibû. Merivekî delal bû. Dilovaniya xwedê lê be

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?