A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Hovîtîya Dijmin
534 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Hovîtîya Dijmin

Piştî şerê Erarat
Bi ser Kurd de bela hat

Zar û zêç û mêr û jin
Ketin nav lepê dijmin

Dibên çil û heft hezar
Hemî reben, tev hejar

Ajotin Gelyê Zîlan
Hemî dane ber gullan

Lê serdaran çil keçik
Keç û bûkên pir xweşik

Pirê wan bûk û qîz in
Da ku bi wan dilîzin

Lê xwe avêtin avê
Go: Ev pîsî me navê

Stranek li ser çê bûye
Bi dilşewat lê bûye

Xemo ji bo me digot:
Dilê civatê disot.

çav li serî sor dibûn
Na, ez şaş im, kor dibûn.

Ronik ji wan dibûn rêz
Wî xem dikirin hembêz.

Xemo, welatperwer bû
Dîwana min ji ber bû.

Li ku rûnişta, digot:
Zû pertalê xwe difrot.

Pertal welatperwerî
Ne qumaş û ne hirî

Her kes dixwest bibênî
Bihna xwe pê derênî

Xemo, bi xem, dilbirîn
Ji dîwana Cegerxwîn

Gelek ristik ji ber bûn
Bi axîn û keser bûn

Ji Kurdan re wî digot:
Dil û hinav li wan sot.

Mirovekî karker bû
şal û şapik diber bû

Bi şar û kumê kolos
Gelek diçû Aleqos

Vê paşiyê çû welat
Lê nizanim çi pê hat?

Min pir li wî dipirsî
Ne carekê, sed û sî

Dibêjin hê jî sax e
Bi xanî û qûnax e

Heta par jî hê xweş bû
Li welêt bû, rûgeş bû

Serpêhatî dirêj e
Weke rojî, nimêj e

Li Dêrsim û li Sasûn
Na, ez şaş im, hemî şûn

Li iraq û li îran
Ne kêmtir bûn ji Tirkan

Ev e rewşa bindestî
çiman divên serbestî

Ez çi bêjim hê kêm e,
Bindest hemî weke me.

Li her der têne kuştin
Bê xwedî ne, bê pişt in

şovînîtî, zordarî
Bicî tênin vî karî

Imperyal in têr pere
Wan daniye ji me re

Ev destûra çewt û xwar
Paşê bûne koledar

Heçî bindestê dijmin
Neçar e têne kuştin

Divê destan bidin hev
Xebat bikin roj û şev

Dijmin ji ser xwe rakin
Lê ji bona çi nakin?

Dijmin ji me zanetir
Welat li me perçe kir

Kurd nexwendî, perîşan
Dimrin ji bo gezek nan.

Dewlemendê malgenî
Dijmin bi wan dikenî.

Hin jî di hember pera
Xwe difroşin wek kera

Hin jî divên Kurdistan;
Lê ji wan re gulistan

Em li jêr û ew li jor
Li me bikin zilm û zor

Olperest û êlperest
Navên Kurd bibî serbest

Wan em perçe kirin xweş
Riwê Kurdên teres reş

Erzan em dane dijmin
Ev bû sed û sîh û hin

Bawer dikin misilman
Hemî baş in bi îman

Heçî mayî ne baş in
çi qa jîr bin, li paş in

Roja qiyamet rabî;
Mirov li şam cema bî

Xwedê deynî mêzînê
Mihemed navan bixwînê.

Dojeh ji bo gawira
Bihişt ji bo me, bira!

Misilman tev bira ne
Ji hev re wek çira ne

Kîjan bibî padîşah
Deynin serê wî kulah

Gerdenxwar bin ji bo wî
Tev li kar bin ji bo wî

Millet çi ye, ziman çî?
Bere tazî û birçî

Ser deynin ber nigê wî
Em têr bikin zikê wî

Ji ber van mirovên dîn
Seyda bûye Cegerxwîn.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê