A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Ji Qedrî Can Re
600 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Ji Qedrî Can Re

Ey hevalo, delalo! Tu her tiştî dizanî...
Di zimanê me kurdan, tu wek Melayê Xanî
Tu xortekî çelengî; ez kalekî zemanî;
Dil û gerden şikestî, bendewarê xizanî...
Xwedê te xweş bihêle, tu xortekî ciwanî.

Erê ruwê te roj e, tava wê da diyara
Devê te wek bişkoj e, nû derkeve ji xara
Porê serê te sor e, mîna gula zinara;
Serê te kehruba ye, mû distîne ji mara;
Ayîneya Sikender, çavên te bûn li Dara...

Birhên te pir zirav in, her du mîna du hîva
Pozê te î çilaqî, sade ji zêr û zîv a,
Bejna te a Siyamend, li Zozanê Silîva...
Sondê dixwim bi atêş, bi wî Xirqê Kirîva;
Li ber siya te mane, Zaz û Tor û Birîva...

(Di dîwanê de, helbest diqede. Lê helbest weha berdewam dike:)

Ey Qedrî Can efendî! xortê delal û cindî...
Reşbeleka te î xweş, min ew xwend î bi rindî,
Ew gotinên te ên tûj; wek tîran tu li min dî...
Ew ji fidê çavên te, tu kurdekî lewend î;
Îro şerm e ji bo me, ku em bibin dubendî...

Benda te pir şîrîn e, hemî dur û mirar î,
Şervanekî çalakî, pêtî ji te dibarî*
Te rim daye milê xwe, li meydanê siwar î...
Bi hêrîş têyî ser min; tu dost î, an neyar î...
Ev e bextê me kurdan, em tên hevdu bixwarî...

Ez kurdekî wisa me; nav û dil bêqirêj im.
Ez im her wekî Zerdeşt, tim rastiyê dibêjim...
Li Ewrûpa nemame, lê ne dîn û ne gêj im...
Te hiş ji serê min bir, ne rojî û nimêj im;*
Pir şerm e ku wekî te, çend gotinan bibêjim...

Ji ber derdê me kurdan, bişev û roj dinalim...
Şaşa xwe ku ez deynim; cuwan im; ez ne kal im,
Milet îro ranabe, bi tenê bêmecal im*...
Tu li emrê’m dipirsî; ez hê sih kêm du sal im.
Şûr û gurzan hildidim; ez Restem kurê Zal im...

Belê te efû dikim , yekî dirist, yekî dîn...
Ez ramûsim çavên te; çavên reş î dûrebîn...
Ez li te dikim silav, li Mîrê xwe î bengîn,
Elî Axayê Zilfo, Imer Axayê Şemdîn...
Bi qurbana serê we, ji dil û can Cegerxwîn...

Berhevkar: Bro Omerî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê