A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ciwan Qado - Naxwazim Ji Bîrbikim, Naxwazim Di Bîra Xwe De Bînim
183 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ciwan Qado - Naxwazim Ji Bîrbikim, Naxwazim Di Bîra Xwe De Bînim

Dîwarekî ji heriyê, bi terk û dirêj
jibîrkirinê û bîrewariyê ji hev cihê dike
Li ser wî dîwarî
ez bi hayedarî û bi tirs dimeşin
ji nav rezê Jibîrkirinê yî tarî
ez dengê kenê hevalên xwe dibihîzim
û ew çayeke giran didin dest hev
û bi dilxweşî kulîlkên şaşîtiyê yî
rengîn avdidin.
Li hêla bîrewariyê
hezkiriyên min, dijminên min
di qelşên dîwar re bi dilbijîn li akrê wan
dinêrin û di rêzê de her kes ji wan
bi hêviye ku kulîlkek bighê destên wî.
Ez li jora dîwar dilezînim
naxwazim ji bîr bikim
naxwazim di bîra xwe de bînim
di pişt min re hevalên minî avdançî
kulîlkên şaşîtiyê bi dizî di ser dîwar re
di din destên dijminên min
û dijminên min kulîlkan li dost û hezkiriyên min
belav dikin û bêhn wek epriyekê mezin û kevin
di ser min re derbas dibe.
Her kes kulîlkek di destê wî deye
her kes şaşîtiyek di mejiyê wî de
û bi azadî di nav deşta bîrewariyê de bazdidin
û zû hev ji bîr dikin,
zû dibin xalên gewr di valahiyeke tarî de,
di bin kêlên guhertinê di tentena xeyalêyî riziyayî de
û ez her bi wir de diçim
bêhna kulîlkan dijwar tir dibe.
her bi wir de diçim
gîhayê mukurhatinê yî hênik
bêtir li ser dîwar şîn tê
ev gîhayê ku qelşên di dîwar de
dadigre û vedişêre
her bi wir de diçim
dîwar zirav tir dibe
nikarim rûnêm
nikarim bisekinim
ne dawiya dîwar tê
û ne ez di xwe re dibînim ji vê riyê vegerim
li vê deverê..Li vê xewlana tîrî tarî
ez qantirên dîtinê
Bi barên ji gîha û bêhnê
dajom axura gotinê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê