A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Dijwarê Naso - Xewn û Yar
181 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Dijwarê Naso - Xewn û Yar

Naçarî ye, xewnan dicivînim
çîroka mayîna xwe jê re dirêsim
Rewrewkê dipesinînim,
çiya diherifînim,
Deştan bi keviran radixînim
Malwêraniya Beko li dar dixînim
Kî wekû min heye, ey dîroka nezayî,
Ez bi şewatê ava bûme ...
Ji toşê ve...
Ji humehuma dilkîniya xwe ve,
Ji roja 13. 11. 1960ê ve?!
Bûme gurnepaşê xewna dayikan,
di nav parsiwên xwe de bêhimbêz dimînim.
Kî dikare Girê şermolayê bêcî bike
Kî dikare zîzokan ji nav destê min derxîne
û
Tozê ji pey min bibire
Kî dikare wekû min Xweda biafirîne û
bi tîna xwe wî ji hebûna zuha bike,
Taku di avakirina mirovekî serbixwe bimînim.
Ne pûç û ne bi hêvî ..
Ber bi sînga dilbereke netêr xew ve birevim.
Xwe Bi bihna endekoyê, têr paqijî bikim
û
Xwe bi nikildîkan têr reng bikim. Xwe t....ê....rr
Vegerîna li zaroktiya xwe bikim
bi çîxa û xezalê têr zaroktî bibim
û
Bi qeçaxçiyê şevê re, Berî bidim goristana te.
Mest û serxweş û têr xew bibim.
Bi qebqeba xewnan Amûdê şiyar bikim
Ji sîtava Orkêşa dil veşartî di kevne jîniya min de
û
di qiraxên mayîna te de Têlên rêsayî têne cûtin.
Bi rûyekî ji xewnan neşûştî, berî bidim kolanên te yên tevizî,
Li ber deriyê dikanan rûnim, guhdiziya pesnê şoreşan bikim.
û
li wî cihê ku di gazinan de riziya ye parseke bêdeng bikim.
piştre...piştre dînan li dora xwe dicivînim
Sirûda her yekî bi rondikan dixwînim
û
ber bi asoyekî nepenî ve diçim.
Di valahiya mestbûna te de, xwe dicûm,
Di qelîştekên demê de.
Diherifim wekû pilpilo, di bin pêlên nerazîbûna te de
Rojzayîna xwe diyarî te dikim.
Tu bûyî mîna xewneke
Ji sîmavê li ber çavê min, diherikî
Wêneyek kêşa, reng sorperî.
Gurzek ji tîrêja heyvê, xwe bi ser pûtekî
Berfîn ve berdabû,
Dest biramîsim , yara bedew
Bitirsim lêv zuha bibin
çimkû derya jiyanê me
çawa ez li ber te tî dibim
Têm daqurtandin, wekû bihnê,
Li ser biskan belav dibim
Ez li ber bê diçim û têm
Ger bigihêjim hinarkan ez ê dîn bibim..

Amûdê, 16.06.2000
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê