A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ebdulla Peşêw - Name
1221 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ebdulla Peşêw - Name

êvar e
baran hûr hûr dibare
tenê me
na ne tenê me
hemû bajar li gel min gav diavêje

tenêtî karxezalek bû
nêçirvanekî hat
nîşan lê girt
gavên min nagihêjinê

êvar e
baran hûr hûr dibare
tenê me
na ne tenê me

diçim
cada tije xwe bi piye min girê dide
di berîkê min de nameyek
li zerfekî sor de
dile minê duwemîn e
lê dide...
Şîrove
Mehmet Emin KARDAŞ
02-11-2023, 17:49:19
NETEWA KURD Lİ VÊ DİNYAYÊ BİTENÊ YE. DERÛ DORA WÎ GELEK BAJAR Û KES HENE, XWE DÎSANÊ WEKE XEZALEK TENÊ DİBÎNÊ NÊÇÎRVAN DİJMİNE ,Lİ XEZALÊ NÎŞAN DİGİRÊ GAVÊ MİN ŞİST İN DEM DERENGE NA GİHİM XWE XELAS BİKİM. RÊ ASTENG DİKE, BERİKA WÎDE ZERFA SOR NAMEYEK HEYE KU BİGİHÎNÊ NAWENDA SERKÊŞİYÊ LEWRA DÛYEMİN CAR DİİLÊ WÎ LÊ DİDE
Bİ HEZAR SALANE KU GELÊ KURD Lİ BER XWE DİDE KU Bİ GİHİJÊ SERXWEBÛNA XWE DA KU EW JÎ MÎNA HER MİLETAN BİBE XWEDÎ AX, AV, AL, DÎROK ÇAND Û HEMÛ NERXÊ XWEYÎ NETEWÎ. LÊ MİXABİN Jİ NE LİHEVKİRİNA NAVXWE Û Jİ DİNYAKE KU HER YEK Lİ BERJEVEWDİYÊ XWE MİQATE YE Û DEWLEMENDİYA AXA KURDİSTANÊ TAMAHİYA HERKESÎ DİKİŞÊNÊ EV SEDEM ANA RÊ NADÊ KU KURD BİSERKEVİN.

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê