A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Egîtê Şemsî - Ravin Şaîr
134 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Egîtê Şemsî - Ravin Şaîr

Ravin, şaîr, herne Şamê-Kurdistanê silavê,
Xwe ra bivin dilê min î mîna agir-alavê...

Ravin erşê jor, meydanê bilind bidin perwaza,
—Bistrên, bistrên canpolata, bo azayê-miraza.

Wexte îro, li E'ntavê hatye qam û mecale,
Bi qîrîne, bi qûrtîne, bi qale, bi hewale..

Li aranê te'rîstane, mijê daye rû ezman,
Xan û Elîyê li zemana rabûn serî pê hildan...

Weke kevrê kelebesta cimhûreta zêrandî
Rabûne ber kêr û xûnê ber û pişt xwe şidandî...

Gelo zanin herdu teyrê bilind bûbûn wek ezman
Xwe avîtine ser mirinê, bo azayê e’mir dan?

Qe we stira erzê tûnis, wekî hildan şûr, mertal,
Wekî xûnxur destê wan da bûne hêsîr û evdal.

Lê kilhanê zincîrkirî, ku hevsa da dirizîn,
Îro rabûn lel qetandin, li dinyayê bû mizgîn.

Pir efata oxir xwestin û.. .dinya ron hiştin çûn,
Gele şaîr li ber pate— dilê wana bûne xûn.

Ahmedê Xan kerba rabû, kire gazî go: «Feqîr,
Rave, rave, kurd hewale kilama xwe bîne bîr»...

Rabin, şaîr, herne Şamê-Kurdistanê silavê,
Dilê min î şaîr bibin, eşqa bidne alavê.

1964
*Egîtê Şemsî (1933-2002)
*Ji “Hîveron”ê, Êrêvan, 1967
*Çavkanî: @mount_ararat
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?