A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Erd Agron - zilamek
320 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Erd Agron - zilamek

(ji bo memo)

zendên wî lewaz,
hinek nexweşokî
tu lê binêrî ruhê sîleyekê lê nîn e
lê mêrek di ser pozê xwe re ye
û di bin parsûyên xwe de dilek çend
beden jê re mezin hildigire
gelo ez bûm a min dê bikariya hilgirim
wî dilî ku ji bo hevalên xwe
û ji bo gelê xwe lê dide.

hinek belave ye
hinek ji hevketî
hinek sersar e jî belkî
lê nûbûnê hildigire
û ber bi asoyên nû ve bask
li xwe dixe
ku ez bûm a min dê bikariya wisa
rapelikiyama fereca sibehên nû?

carnan dînomîno ye
carnan serobino
carcaran li ser sozê xwe nasekine
carcaran virên biçûk dike, min dixapîne
lê mêrek wisane herkes wî dibîne
kî meraq dike an bila wî di sehnê de
bibîne, an jî nivîsên wî bixwîne…

*Dîwana Hestiyan, 2018
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?