A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Evîndar - Dijminê Zordest
232 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Evîndar - Dijminê Zordest

Min gul çand û gulam çinîn
Zordest hêviya min birrîn
Min av dabû bi xwîna xwe
Bê av ma gula nisrîn

çi ji me divê ey zordest
Welme kir dojeh jiyan
Penaber bûn tev ji ber we
Wa gel tev bû perîşan

Li me dor pêçane îro
Bûne şêr û bûn leheng
Hov û keftarê demê bûn
Va em disjoin bê deng

Mirin xweştir ji bindestê
Roviyê îro bûne şêr
Birçî bûn tev li sikaka
îro me ew kirne têr

Sehên bi dest me mezin bûn
îro têne me bi gez
Mêzekin li vê dewranê
Gur bûye serkêşê pez.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê