A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Fatma Savci - Xewna Hilatî
344 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Fatma Savci - Xewna Hilatî

şeveke xewrevîn
Bejna xwe bi pelên Gwîzî radipêçe
Wek dest bide rupelên kitêbekê
Dihingive dilê Beytikekê.
û xewna bi Nêrgizê re hilatî destpêdike...

Li keviya helbesteke xunavî
Agirekî devliken dêmên ezman radimuse,
Li dora wî hespên ji mijê,
Barê karwanê ku li bendî çuyinekê ye,
Ne qumaşê Esfehanî ye,
Ne beharat û ne elmas e..

Rîsipiyek ku ji bêdengiya xwe pirpirîkên mizginiyê çêdike,
Ji bêrîka ser sînga xwe desmalkek bi qenewîçê neqişandî derdixe,
Koşeya desmalka xwe wek xezîneyekê vedike,
Hêstira Beytikeke belek,
Ji wê bermayiya qirnekî diniqute,
Li ser Fexfureke çînî,
Bi rengê xewneke kuştî
Keçikekê xêz dike....
Destên hêstiran çem bi çem
Kevirên Heqîqeyî,
Li gerdena wê gulzadeyê rêz dike....

Ji pişta çiyayekî ji êgir û girî
şahmeraneke dilzîz
şeveqeke gulînî ji bilindahiyan dadixe,
Qurnefîleke qurmiçandî bi şax dibe,
Ji keçika hêstiran re li çengê dixe...

Keçik li ber wî dengê xwezayî /xwedayî yê çengê,
car din ber bi hişê xwe ve dibeze,
ji kerban gul dide...
Wek zîvekî midyadê
Kêlî bi kêlî
Dilê wê diçirise...
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?