A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Feratê Dengizî - Av Diherike Kûrahiyê
276 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Feratê Dengizî - Av Diherike Kûrahiyê

Av xwe berdide kûrahiyê
Av ji kûrahiyê hez dike
Timî ber bi kûrahiyê ve
Gelo çima?

Her tişt, her candar
Tim dixwaze ber bi jor ve here, bilind bibe
Mirov, hewa, dirext, gir, xweza
Lê av ber bi kûrahiyê
Gelo nakokî ye!

An jî rastî ye
Ji ber ku wate û hebûn
Di kûrahiyê de ne
Her tişt di kûrahiyê de diafire
Lê paşê jî ber bi jor ve
Ber bi jor û
Jêr dibe qelsî, lawazî
Dibe radestî kirhî û gelacî
Lê azadî li jor e
Jor hebûna rihê azad e
Afirîna tovê hebûnê…
Lewra tov di kûrahiyê de diafire
Lê li jor dijî û li wirê azad e

Ez jî dixwazim têkevim kûrahiya dilê te
Bibim tovê evînê
Bibim tovê heskirin û hêviyê

Evqas êş û elem
Evqas derd û bela
Tev ji bo vê

Ma tu zanî
Tu ji min re mîna avê ezîz î
Herwiha wek ku Tales jî dibêje
Bingeha jînê av e
Tu candarî, tu hebûnî, bêav nabe
Lewra xwe berdide kûrahiyê
Hebûnî jî paqijî jî tev av, tev bi avê

Nizam tê bîra te
Di berbangê de em li ber avê bûn
Me digot
Tu berbang mîna berbanga vê axê
A vî welatî ne xweş e
Ne rengîn e
û ne hestiyar e

Di hênekahiya dil de
Di hênekahiya siya çilo de
çiloyê berrûyê
Devî an jî dar a berrû

Berbang li vir jiyana dilovan e
Mina dilopa avê
Dilopa bingeha jiyanê
A evînê
Li Girê şêran
Li Kûrahiyê
û li Darka Sorçilo
Di kûreya kûrahiya dilê min de
Tovê aştiyê…

1 Rezber 2004 / Farqînê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?