A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Feratê Dengizî - Mikurhatin
151 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Feratê Dengizî - Mikurhatin

(Pûşkîn/1826 Ji Alexsandra îvanovana Osîova re)

Dixwazin bibêjin harbûnî
Dixwazin fedîtiya vala, û xebatek bêaqili be navê wê.
Bi vê kawikiya xwe yî bêsiûd;
Li ber lingên we gunehê xwe dibêjim;
Ji lewra ji we hezdikim.
Ne caîze boy navê min, ne ji bo emrê min…
Pêwiste biaqilbim hêj bêhtir!
Belê nîşana ayanê jî;
Di dilê min de germa evînê heye.
Dema hûn ne li cem min bin,
Her tişt dilê min diguvêşe- dibawişim;
Li cem we xemgînim- lê dikişînim
Min taqet nîne- lê dixwazim bibêjim,
çiqasî ji we hezdikim, huriya min.
Kengî bibihîzim,
Li odeya mêhvanan dengê gavên we yî sivik,
An jî xwişîna libasên we, ew dengê bakîre û bêguneh,
Ji nûvde aqilê xwe winda dikim.
Ger hûn devliken bin- dilşa me,
Lê bi vegera we- xemgînim.
Di dawiya rojek îşkenceyê de
Destê we yê şewitî xelata min e
Bixîret li ser gergefê rûdinin,
Delal xwe ditewînin bi ser de,
Ew çavên we û porên xelek,
Ku ber bi jêr de dihejin,
Nayê gotin germa agirê dilê min.
Bêdeng dimînim bi rihma dilan,
Mîna zarokekî bi heyranî temaşe dikim!
Gelo ez ji we re behs bikim,
Car carinan çaxê di bin baranê de hûn dimeşiyan
Ji bêsiûdiya min, ji dexsiya êşa min
Gelo hûn ê pir bi dûr ve herin?
Lê ku di tenêtiyê de hêsirên ku we barandin
Gotinên ku di kuçeyekê di navbera
du kesan de
yan jî seyrana li Opoçkayê
êvaran piyano
Alîna! Bila dilê we bi min biêşe.
Ez nikarim parsa evînê bikim,
Belko, ji ber gunehên min huriya min,
Ez vê evînê heq nakim.
Lê her wekî ku hûn jî hezdikin
bilîzin rola xwe!
Ew awir dikarin her tiştî bînin ziman,
wek tiştên nebûyî pêkbîne!
Ax! Xapandin çiqasî hêsane,
Weke min ê ku xwe dixapîne
Ê ku wiha xwe bextewar dibîne.

Jêrenîşe: Min û hevalê ûsiv Wesek li Girtîgeha Ordiyê ji Tirkî (mixabin) wergerandibû Kurdî. çiqasî
sebra me lê hatibû!
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?