A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ferîd Xan - Çîroka Kûçikên Birçî
3664 Xwendin
9 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ferîd Xan - Çîroka Kûçikên Birçî

çiroka kûçikên birçî
bê welat jî mirov dikare bijî
mîna kûçikan
mîna kûçikên bêxwedî jî
dinya welatê min e
mirov dikare bêje
mîna utopîstan
mîna kuçikên utopîst
lê dema ku tu di ber kê re derbas bibî
pehîna xwe li te bide
biçî ku, herkes kûçikê xwe berra te bide
him tukes bêxwedîtiya te qebûl neke
him jî tukes li te xwedî dernekeve
û li seranserî cîhanê
hestiyên berateyeke bêxwedî jî tune be ku tu bikojî
wê demê belkî xwediyek û welatek ji te re lazim be
ji bo ku tu kûçiktiya xwe bijî!

*10.1.2005, Wuppertal, ji pirtûka wî.


kurmanckî:

estanika kutikanê vêşanan
bê welat zî merdim şêno biciwîyo
sey kutikan
sey kutikanê bêwayîran zî
dinya welatê min o
merdim şêno vajo
sey utopîstan
sey kutikanê utopîstan
la gama ke ti verê kamî ra derbas bibî
paskulê xo dano to ro
ti şirî kotî, her kes kutikê xo verdano to
hem tu kes bêwayîrtîya to qebul nêko
hem tu kes to rê wayîr nêvejîyo û seranserê cîhanî de
esteyê belateyêkê bêwayîrî zî çinê bo ke ti bikojî
o çax belkî wayîrêk û welatêk to rê lazim bo
seba ke ti kutikîya xo biciwî!

kurmanckî ra açarnayox: m. sebrî akgonul
çime: newepel, hûmare 23
Şîrove
Çiyager amedî
19-07-2020, 10:30:41
Helbesteke pir xweş û gelek hêja ye. bi rastî jî çîrok mina navê xwe rast e û rastîyeke jiyanê ye. Ji bo hinan jî zende
Mamoste
11-06-2022, 06:23:39
Jiyana mirov ya ji kûçika erzantir bûye :(

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê