A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Fewzî Bîlge - Derba Sih û Duyemîn
153 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Fewzî Bîlge - Derba Sih û Duyemîn

Westiyame
Bi gera bedena te
bilind in singên te, perîşan im
ji xêzan cih nema riziya rûyê min hilşiyame
ji biyografiya min bê min tu derxistine
derewan nakin dest, ling lê çavên te
hemû lewheyên li ser laşê te ez bi şûn de vegerandime
biryarin
demjimêr bi zor teqla didin xwe
beredayî diherike
min xwe negehand qadek vekirî
tenê carekê di tenê te de bostikek cih bi dest dayînê
bila şev li ser min bibarin
hêsan bû êdî firîn û danîn
li qesra jixweçûyîne pir deng e
poşman in
veke du şûşe şeraba ji rengê lêvên xwe
bi noş biçingîne qedehan
li bin guhê dilê min bide
belkî teqleke din bide xwe
hema wê kêliyê yê te bilive
perîşan im

*Ji pirtûka wî "Gotinên Li Ber Devê Giyotînê"
**Bi destûra helbestvanî ye.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?