A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Îbrahîm Seydo Aydogan - Delala Li Ser Sînor
314 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Îbrahîm Seydo Aydogan - Delala Li Ser Sînor

Ji wî aliyî dengê keserekê tê delalê
çavên te li devê rêya kê ne dîsa
Keçikeke xama li pişta hespekî siwar kirin û birin.
Li qiraxa lêva te kerba min şahnikek e her roj
gelo çima zarokên me ji nêzan dimirin

Li ser sînor leşker hene li benda min in
Te pismamê xwe nexwastiye
Li hêviya wî yî
çem zuha bûne ji ber huzna te
Li bajarekî binxetê asê mame
Heger na, min ê kenekî qaçax bianiyaya ji te re
Fîstanekî şîrkî
Hirbiyeke Helebê
Kaseteke Mihemed Arif
Belkî te ez bikirama...

Dengbêjekî digot
Were rûnê li tengala min
çonga xwe bide çonga min
Em bikin kêf û mihbetê
Ez heta sibê li benda te dimam
Yê te
Tu li benda wî bû
Ji eşqa min û te re ziman tunebû
Ne xwazgînî
Ne dawet û govend
A min û te
Bi tenê kerb
û her kezebreşî...

Kerba min şahnikek e li qiraxa devê te
Heger te bigotaya erê
çem dê biherikiyaya
Zevî têr bibûya
Sînor rabûna
Ji Kobanê xebera xêrê bihataya...
Hema bes
te bi kurmancî
Bigotaya
Ez ji te hez dikim...
Belkî zarokên me êdî nehatana kuştin
û welatê me azad bûya
Belkî...
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?