A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Keça Kurd - Bajarê Min
414 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Keça Kurd - Bajarê Min

Bajarê min !
Tu elboma bîranîn û
rengê jîna dîroka min.
Gelek wêne ji rastiyê,
di asmanê çavên min de
ku jîndarin;
di nav hilm û
gur û germa hestên min de
cim û cole
tim li karin.
Li ser hespê lêbanîna
arezûyên derûnê min
siwarin ew.
Hişyarim lê
wekî xewnê
ku lawazin telîkên min;
di rastî de
benê xurtî hevsarên wan,
bi hêsanî
nayê girtin bi destên min.
Bajarê min !
şinebayê asmanê te
ji ser min hatiye girtin.
Bihna toz û wê xuhdana
kolanên te,
ji nav cilên kevnîî xwe ez
ku li pozê xwe dikşênim,
hêzek dide damarên min
pêlpêlokên tevzînokan
diherikin ji laşê min.
Wê elboma kevnî xwe ez
ku divekim,
ji xweşiya wan çîrokên
girêdayî di nav wan de,
ez şîrikê jîndariya xwe dimijim;
kela tihnî bîranînan
pîso dike
wê pincara hinavê min.
Dûkizêna şewata dil,
dubare ew
dizîvire li difna min.
Li givîna ewî bayê
pelûdike li ser laşê
sipî cama pencera min;
şev ku serê xwe danî ser
wî balgehê xembarî min,
xew bazdide ji çavên min.
Giraniya termê jana vê dûriyê
xwe tavêje ser singa min;
dihejîne
wê dergûşa havîbûnê
li kuncikên
tengaviya bêçarî min.

11.1998
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê