A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Konê Reş - Lêbûrînek
154 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Konê Reş - Lêbûrînek

Gulîstanê !
Gunehê min çiye
Te ez di nav tevna xwe de
Pêçame.
Tu li cihê xwe mayî
Te ez û tevin
Bi hev ve berdane
çendî li ber xwe didim
Bêtir ben û rêsên tevnê
Li min têne badane.
çendî dilivim
Bêtir tevin li min tê
Girêdane…
Ji pîra sihirdar min pirsî:
Gelo çare çiye?
Got: bi dûr keve lawo !
Ev ne henek û tenaze;
Heger du qeder hatibin serê te
Ev ya sisiyane !
Haj xwe hebe, xwe bi parêze
Hilgirtina wisa bar
Ne hêsane.
Ew bêriye, tu bêriyî
Lê gotina xelkê
Zor girane
Ku tas hat û çingiya
Tê bibe benîştê ser devane.
Gulîstanê !
Bibûre, li min negire
Barê min girane, girane
Naxwazim peşk
Li te kevin !
Tu buhayî ne erzanî
Ji bo gelê Kurd
Ez di jiyana xwe de
Buhurtime;
Doza gelê min, ji min re
Xweş armanc û nîşane
Evîna min:
Hezkirina zimanê dê û bavane
Omîd û daxwazên min:
Zimane, zimane
Ziman hebûna me Kurdane
Xweşiyê ji te re dixwazim
Herdem û çax û zemane.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê