A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Konê Reş - Nameyek Ji Kamîranê Haco Re
213 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Konê Reş - Nameyek Ji Kamîranê Haco Re

Hevalo!
Hevaltî
her tişte;
Hezkirin û dûrbûne.
Hevaltî; ev gotinên ko
Ez ji te re dihûnim û
Her dem û gav nayên.
Hevaltî ez û tu bi xwe ne û
Jiyan bi serê xwe ye.
Dûrbûn jî;
Nepeniya hevaltiyê derdike
Bi erênî û neyênî berz dike
Bi rastenqînî heval dilê xwe
Ji hevalê xwe re vedike.

***

Hevalo!
Piştî min tu naskir
Tev asteng û hêzên ko hebûn
Bûn rerewk
çiyayê Bagokê*
Li ber çavê min bilindtir bû.
(Doda û Tirbesipiyê)**
Bi min şêrîntir bûn.
Deyax û berxwedana min
Gurtir bû...
Piştî salekê ji dûrbûna te
Tu pirsa saloxan û
Nûçeyan dikî...
Ez ne bawerim, tiştekî
Giring hebe
Tevî ko gelek tişt hene
Lê hêj ew tiştê giring
Dûrbûn û çûna te ye.

***

Hevalo!
Heybet bavê Helebçe jî
Dipirse
Tengezarê Marînî û Keça Kurd*** jî
Dipirsin
Welat jî, pirsa we dike
Ez jî; di nav pirsa we û
Welat de
Winda bûme, winda bûme.

*çiyayê hoza Hevêrka ye, dikeve navbera Nisêbînê û bajarê Cezîra Botan de
**Doda: gundê min e (Konê Reş). Tirbesipiyê: bajarekî mala Haco Axa ye
***Sê hevalên min in, çûne Ewropa
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê