A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Konê Reş - Salek Buhirî
133 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Konê Reş - Salek Buhirî

Erê Esmerê !
Sal buhirî
Sê sed û şêst û şeş roj
Zîvirîn
Hêjî sawêrên te
Li ber çav in
Evîna te
Li ser dile
? ? ?
îro, li ber kêla serê te
çûm û hatim
Her sêzdeh salên me
Bi hev re
Li ber çavan buhirîn û
Pêre - pêre
Rondik gindirîn
? ? ?
Ta ku kêla ber serê te
Gote min:
Konê Reş ! bes bibe dudilî
Jiyan ciwane
Hez nake kesê mirî
Esman hembêz nake
çûk û civîkên qijilî
Mêşhingiv danayîne
Li ser kulîlkên hişk û qemirî û
Ronahî nîne;
Di ar û tiravê vemirî
Êdî bese, bes bibe dudilî
Eve qedera te
Tu jî tebayî Siyabendê gurî
Tu jî tebayî Siyabendê gurî
? ? ?
Erê Esmerê !
Xweziya min bi Siyabendê gurî..
Bi poşa pezkoviyê nêr
Qiloç bi stirî…
Barê min girane
Kes bi min re nahilgire…
Celadet ne saxe
Dûrî min dinalî
Befrîn tirs girtiye
Hêjî dikalî

Jîn û Nalîn
Bi dilin li vî alî
Sîpan zaroye
Nû bûye 12 salî
Mêzeke li vê rewşê
Li vî halî !!
? ? ?
Raste jiyan ciwane
Hezdike kesên ciwanî
Belê zeriya min !
Ciwaniyê barkiriye
Ji warê min
Kul, xem û jan
Bûne siwarî
Bi hêvî me
Di vê jîna ciwan de
Sivik bibe barê min
Stûna konê min ji nû ve
Bilind bibe di nav konan de
Wek çax û demên berê
Karibim bi şad û bextiyarî
Bigerim di nav xortên Kurdan de.

06.04.1995, Qamişlo
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê