A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Konê Reş - Welato! IV
195 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Konê Reş - Welato! IV

_1_
Welato !
Êdî bese;
bes pirsa evînê û
helbestên evînê
ji min bike …!
çax û demên min
nînin ji dilgirtin girnijandin û
hevdîtinê re…
li min bibore;
Êdi nema strana
( Keçka Simoqî û Bavê Seyro )
giyanê min dihejîn in
êdî nema xewin û xeyal
karin bi dil û
dil bi jenîn in
Dil perçe_perçe bûye
perçak li bakure
xwîn jê diherike
perçak li başûre
jar û rebene
dirikrike
şerê birakujî û navxweyîye
gelê Kurd min ji kok ve
hildike…

Welato !
Kurmê darê ne ji darê be
her wê ew dar şîn xuya bike
( Rih dibe bost dijmin nabe dost )
ku potikê xal û ap li xwe bike
nizanim çima em ji hev re
şêr û piling û gurin
kewê rebat û bivirin
ji dogirkeran re
xweşkole destik û tolbirin !
êdî bese Welato !

_2_
Welato !
Me got û ne got
me got: Hawar e Hawar;
yê ku nikaribe darekê
biçîne
şitlekê ne qurquçîne…
yê ku nikaribe avanîyekê
avabike
koxekê wêran neke…

Welato !
Me got;
ji wan re bibêje:
biratî aştî û hevkarî
lê kesî li me
guhdarî nekir…
me ne got
di dil de ma kom bû
bû kul û êşû
dil xwe nû nekir…

Welato !
Em bêjin çêtire
gotin ji ne gotinê
bi kêrtire
bela çav bi gotinên
durist bêne kilkirin
rêçikên rast û berfireh
ji gel re bêne
xuyakirin
dibe ku ev gelê jar û
bindest rojekê bê
rizgarkirin
Berx li makên xwe
biban in
Xincer li kalanên xwe
vegerin
Ji nû darên beriwan
bi bişkivin şînbibin û şaxvedin
şivan û gavan
dibin siya wan de
Delo lo delo Sebra dila
bibêjin

Welato !
Êdî bese me got û ne got
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê