A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Lal Laleş - Şikar
205 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Lal Laleş - Şikar

I
keştiya mirûztirş, reş reşbelek bi dûr ket
Ji kendava merseleyan
Bi dûr ket zerya ji geremola bi mij û dûman
Kazîna bayê babirkên bawî
Qet îcazet neda medresa ulmê lêvan nebû melayê duwazde ulman
çav li girava huzna perîzadeyan
Xeliya rûçalên doza zeryaya hundirîn, qahwa tahl
Xitim dike gewriya bibirîn lavlavkên mor ên bi bext ên bi rext
Dirêjî dawên feqiyan dibin li rukala avçiruskan
Dilerizin hucreyên bihevşabûnê
Bi qolincên noqbûna gulenîsanên sosret
Temisî!
Fanosa şevreşa zeryaya derewîn, temisî!
Serperî û zeryavan di huznên avgonê de fetisî heyfû
xebînet e!
Wawîkan wesîqeyên eşqa xweşiyarxwarin li kelat
û geliyan
Ey yara hebirmana sindoqa eşqê
Qaçaxa salnameya reşêşkê
Fanosa min tu li ku yî?
Were em tiliya xwe di qula evînê de rakin

I I
kujerê cûnkewê û êşên min dihatin ricimandin
Te yê jî riya xwe bi dewsa kuştina cûnkewê bixista
Te yê jî ji paxila xwe ya aram
Kevirek bavêta bexçê gunehan
Te melkeb da ser kula gulavîn
Te da dû teyrê zemanê ber ava şîn
Tu çû!

I I
meytê cûnkewê ma li hinda gola xezalên xezebê
Nebûn xwedîfêriz li royarên tîrmehan
Bêhna kilamên kizûrî bû sirûda êşan, bû xofgeh
"wele yabo ez meyt im, bêxwedî me
Wele yabo gelê min ji ber bêhna min bi fedî ye... "
Tu çû bi lokê kêş!
Min jî kevirin avêtin şûna cesêt bi cesaret
Yek bo min, yek bo te, yek bo cûnkewê, yek bo....
Dergûşa melkemot tije kevir e, a kujêr tije qetl e.
Eyarê te tije ka, ê min tije ta ye ji ber çûna te ya xeter

Tu çû bi lokê kêş warê çîlekêş.

Ey yara berbuya daweta cinên girêbîrê beybûna newala nêçîrê

çavşîrikê tu li ku yî?
Were em xweliya mirinê bi serê xwe dakin.

III
Arûzeyên qebhetpêdehatî
Bi dû çûyîna te re xaxa li hev dikin
Xewnên xewa alûleya evîna te namûsa hev dibin pêncperan
Hechecîkên nuh ji hecêhatî
Bi peyva "ev çi gosilmet hat serê me" difişirin
Nîjdevan beriya bi dû te bikevin dimirin
Lêvên tifinga mohrkirî tu fermana naxwînin
Ey yara remza îlahî ya herî aldar
Sîng û berê zinarên sersar
Têkçûyîna tevzînoka sawdar
şikara min tu li ku yî?
Were em lingên xwe di avê de dakin
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?