A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Lewend Dalînî - Welatê Min
333 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Lewend Dalînî - Welatê Min

di dergehê dîroka te de
min baca jiyana xwe da
û di deryayê asîmanê te de
gemiya min newq bû!

Sînorê têkveçûna min
di mûmê bejnate de
hate biriştin!
û nêrgizên semayê dila
pelên wan
çilmisîn û tevde dane kuştin!

Di taristana sikakên te de
û dibin dilopên
dîwar û mezrîban de
giyan ji can
hate kişandin?!
û dikete nêv bablîsoka
pût û latên te de!

Sitêrkê asîmanê te
miç û bell dibûn
û di kepez û kolanên te de
sar dirijîn
û winda dibûn.

Bêhna pêt û kizorê
li seranserî cendekê te
şan vedida
û domanê xwe
li sawîrê te dipêça
û tîn dida!

Zar û zaravên dilê te
dihatin gemkirin
û di xewnên reş de
ji şîr vedibûn!?

Hêlana tevgera cîhanê
ters gerî
û canê te
perçe û zîvar zîvarî dikir
û ew bê rawestan
dihejand!

Pîjên sînora
dil û canê te dirî dikir
û keleman
damarên xwe
kûr
û berjêr berdidan!?

Bajarên dilê te
nav û zarên wan
di dane guhertin
û navên biyanî
şûna wan
koçê xwe datanîn!?

Perçebûna dilê te
kînên wan hênik nedikirn
û di tîbûna
xwîn mijîna te de
peymanên şofînizmê
li dar dikirin!?

Têhna yekîtiya
dilê te deng jê hat
û awazê wê
li guhên
saîsên xaka te
ne xweş dihat!!

Hêviyên zarokên tey
bê semax
geş dibûn!
û di asîmana de
awaz û çepikên wan
stêr nêzî hev dikirin!?

Di dîmahîka
sohtin û sorbûna te de
tevna nûjeniyê
dihate ristin
û tekiyan
xaç û selîb;
û laleş
didane hembêz kirin!

Vejîna navê te
hate jenîn
û saza xêzê sînora
hate li darxistin
û govenda nûbûnê
hate gerîn!?

Li ser qeseba sînga te
hespê neyara
pîkol kirin
û xewna şeva
"Meydana çarçira"
dîtin
û mat pûnijîn!?

Qelsbûna dilê te
bi dîmahîk dibû
kêl û zemên wî
hûrdibûn!
û birîn
nema axivîn!?

Bijîjkê dilê te
raporta nûjeniyê
dida
û hêviyên neyarên te
bin ax dibûn!?
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê