A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
M. Zahir Ertekin - Erê Pismamo
179 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

M. Zahir Ertekin - Erê Pismamo

Razên min di bin axê de awiran diweşînin
Agir û ax bihevre li hewşa mezrabota dikelin
Di şevên nenas
Di demên xerîb serî radikin zarokên vî welatî
Dem dûr dikêşin ji fikarên xemê
Ji fikarên nepenî
Ji ramanên wenda
Êlobazarî ye jîyan li van rastan li van deran…

Erê pismamo!
Te digo şadimanî di dinyayeke gombûyî de digere
Wendayê berçava ye te digot
Geh ez li wê digerim û geh ji martînê bextewar
Himbêzên ji heyranokan re vekirî
Tev bi min/me dikenin
Ez/em xwe dikizirînim

Di navbera sînoran de kon hatine vedan
Roj û baran bê destûr pif dikin rûyên daleqandî
Û mirovahîyê şermezar dikin

Êdî bes rêşîyê xwe reş bike
Lewra ji demê re jî dawî dixuyê

Bi xatirxwestinan rê li ber ‘ewrên sayî vedibe
Rê li ber zikreşan teng
Û bê taqet
Bes ku em stêrka xwe bera nava jîyanê din

Ji bo dareke hêşîn
Ji bo jîyaneke asûde
Ji bo azadîyeke herikbar…
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê