A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
M. Zahir Ertekin - Evîn
249 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

M. Zahir Ertekin - Evîn

Gotineke hûr… jîyaneke dûr… rewşeke kûr…
Evîn…
Dil, bi tenê dilê reben wê disoje
Dil wê vedixwe dilop bi dilop
Dil we dimêje ji mêjîyê ‘işqê
Dil wê dikuje
Dil wê dide ber beroşka rehên jîyanê
Evîn…
Dil û gotin
Evîn
Dil dişo ji her tiştê li dijî xwe
Pê li derîyê dil kirine evîn
Ji xwe ji xwedîyê xwe re razîbûn…
Evîn…
Guleke kevnar ‘edeteke nû
Xwe avêtina behraye evîn
Ji bo rabirdûya xwe
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê