A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mahmûd Ako - Xwepêşedanek
115 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mahmûd Ako - Xwepêşedanek

‘çendî ciwan e rengê ezmanê te, çendî
xweş e bêhna bayê te, çendî çeleng û
nazdar e bihara te. Lê mixabin ez îroj
jê dûr ketime.’
Carekê.
Ez û çenteyê xwe tevlî
xwepêşedanekê dibûn.
Carekê
Ez û pelên rojnameyeke qermiçandî
dibin ewrekî de hundadibûn..
Carekê jî.
Ez û êşekê lihev dibaniyan.
me tevan hêvî dikir. û
di xewnên Boxê Birîvan de
Em hundadibûn
liser danîşgehekê
li hêviya tirênê
çend destên derewîn
li hev dinerîn,
Danîşgeh swar dihat û
ew li şûn xwe jibîrdikirin..
çend beşişandinên kelovajî
di xaçirêkên jibîrbûyî de
xwe dilivandin.
Carekê
swarekî ji min dipirsî:
- Kîjan rê diçe rojhilatê?
Min destê xwe ber bi rojavade
vekir û gotê:
- Rojhilat di kitanên jinbiyan de
hundabûye.
çi rojava yan rojhilat,
mane erd girovere.
Carekê jî
li keçeke çeleng rast dihatim.
xwe dexîlî min dikir û dipirsî:
- Wa xorto, ma te destgirtiyê min
birêde nedît?
çê li kîjan rê dikir
min nizanîbû.
Bi can zarokî
ez û wî li qehweyekê rûniştin.
me du peyalên meyê
bi ser canê xwe de dadikirin.
ew canê zarokî dibû kalekî heftê
salî,
Zembîlfiroş weke xunavekê.
xwe berdida dilê me. û
bêhna demên çûyî ji çixareyên me
dihatin.
û roj kelogirî dima
di cihê xwe de.
êvarê bi mehrevanî
em pêşkêşî tabloyên paşerojê
dikirin..
dîsan em ser gêj vedgeriyan
tobedarîya şêxan....
l ê birêde swarna ji mere digotin:
- Ma we nebhîstiye ku Gurî
girtine.
û hespê Ahmedê Silêman jê
dizîne.
Em di kolanên bê xwedî re
dîsan derbasî xwepêşedanê
dibûn.
û xwepêşedan ji hev perçe dibû,
xwepêşedan diçû, û
em perçebûyî li şûn wê diman.
havîn 1997 Bonn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê