A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Marîa Ayaz - Pesirên Vemirî
132 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Marîa Ayaz - Pesirên Vemirî

li min qebilîn
nifirên min
min kirasê xwe diqetand
diqedand çirkên bêhnvedanê
mîn pîroz dikir
helbesta navê te
dîsa li xwe vedigeriyam
li min diqelipîn
hêsir û hestên min
kûlên min bûne kûlîn
birînên min bûne stargeh
min li ser ewrekî kelogirî
sond xwar li kêleka zeûs
min pêsîrên xwe vemirandin
min dest û dile xwe ji te şûşt
ji te veşart
min hemu terkeselayê bajêr li hevdû civandin
gava ku dîsa li xwe vedigeriyam
bi te re li hedên diket serê min
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê