A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mayakovskî - Xatirxwestin
201 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mayakovskî - Xatirxwestin

Tirimpêl çû.
û franca min a dawî
hat xerckirin.
-Ma wê kengî trênek
rabe Marseille?
Parîs bi min re tê
ji bîra min naçe,
warê ku ez wilo fêrî wî bûbûm
hiştina wî ne gengaz e.
Dilê min ê zîz û nazdar
dike ku bifetise
û çavên min şil in
di xatirxwestinê de.
Li Parîsê
mirov dikare
him bijî
him jî bimire
heger ku axeke din tunebûya

-Moskova.
*Cara yekem, di kovara Parizjskij Vestnik, di hejmara 25`an de çap bûye.
ji Swêdî: Süleyman Demir
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?