A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mehmûd Badilî - Newaya Rengan
132 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mehmûd Badilî - Newaya Rengan

Roj li pey rojê
reng diçirisin
û di ruwê kevala jiyanê de
her tişt sema dike.
Tenê ez…
li ser lingekî
li ruwê xweyî jikeva
û lingê xweyî seqet
digerim.

Sorahî
Hîna diya min
tembîyên xwe yên nazenîn
li çilapekên baranê dike
û hîna
li ber dîwarê xemgîniyê
bi sipîdeyê re
bi destên xweyî terikî
pişta berxê berbangê
soring dike.

şînahî
Berî xewê
di nîvê xewê de
berî berbangê bi hinekî…
min digot qey
tu dikî perdeya bêdengiyê,
ji navbera min û xwe,
biçirrînî.
Her carê, aramî
di kûrahiya bendewariya min de
heşîn dibû,
û awirên teyî jar
li dîwar û banê odeya xewa me
bi teşîya nepenîyê
valahî dirist…
û xirecira çaxê
bêzariya min li kirasê rojên xwe
dineqişand
û tu
ne dipeyivî.


Keskahî
Herdem
pêjna darê
min ber bi payîza siya xwe de
dikişand.
Carekê
zimanê min neşewitî
û min negot:
çima...?

Xakî
Herdem te digot:
Ezê herim,
û min digot:
Ax ji derdê te.
Kengî t`ê bi ser rengê hebûna xwe ve
vebî?
Tu çûyî …
û te dilê min nexist cih
û te negot:
Ji çi tiştî hez dikim.
û min hewl neda xwe
taku nas bikim
tu ji çi rengî hez dikî..!
û hîna dilê min li pey te
bi darikê gumaniyê
çixêzkên girover
di siya xweyî derbider de
wêne dike.

tarî
Aniha
ji nû ve têgihiştim
çima em bê welatin?!
ji ber me darên gumaniyê
di zevîyên dilên xwe de
nediçand.

şîrikî
Her êvar..
ji ava cehê çarşemê
peyalekê vedixum
û tîna min
baweriyê bi keda destê min nîne.
Her êvar...
hemî rojên heftiyê
tilîyên xwe ber bi çavê min ve
tûj dikin
û dibezin kêlîka serxweşiya min.
Her êvar…
xwelî bi pişta aso ve
radipelike
û aso berî çelînîya xwe
ji xewnê vedibe.
Her êvar..
arezû mûristanên xewnê xwe
di sîbera rewanê min de
çê dike,
û qelş li dîwarê sirûda min
nakeve.
Her êvar
ez di giroverek nezok de
tême giritn,
û zimanê min
bi şûrê Xwedê jêdibe
û sura bayê barîn
ji ber tazîbûna min şerm dike
dê çawa hinekî
vehêsim.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?