A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Bateyî - Ji Çirya Paşî Pê Da
2932 Xwendin
8 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Bateyî - Ji Çirya Paşî Pê Da

Ji çirya paşî pê da
Melayê Bateyî kanê
Sefer kêşa bi Miksê da
Li ser weqtê zivistanê

Zivistanê evî yolê
Evî beryê evî çolê
Mijê avête derdolê
Xwinavê girtî kêstanê

Xwinavê girtî nesrînê
Cemed çêbû li sewlînê
Girya me tê ji bo asmînê
Zerî nayêne seyranê

Zerî tên û diyar nabin
Coşil tên û star nabin
çi cindî tên siyar nabin
Bûye tarî li kolanê

Bûye tarî û zulmat e
Sir û serma ji nû hate
Yeqîn kanûn eda hate
Binêrin dax û kovanê

Binêr daxa me êxsîra
Xezam zer bûn rezê mîra
Reyhan barî di avê da
Reyhan barî di eywanê

Perîşan in li hingorê
Ji Comerza gola jorê
Mecalêd Berçela borî
Zerî nayêne seyranê
Şîrove
نارين
04-01-2023, 00:28:40
اريد شرح بيت اول
Nareen_oso
04-01-2023, 00:30:01
Şiroveya malika yekem

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?