A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Ellah Sehergaha Ezel
1874 Xwendin
9 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Ellah Sehergaha Ezel

Ellah sehergaha ezel
Zatê tecellaya xwe da
Nûra cemala lemyezel
Yelmûmê ’işqê şu`le da

Zatî tecella bû li zat
Bê îsm û asar û sîfat
Sirra hurûfên `aliyat
Xef bû di sitr û perde da

Zatî muqeddes bû wucûd
Coşiş nedabû behrê cûd
Wesf û îzafat û quyûd
Yek ji tecellayê neda

Husn û cemalê xwest evîn
Vêkra di yek zatî civîn
Nûra qedîm bû `işq û vîn
Wan li êk naz û ’işwe da

`Işqa ji nûra Layezal
Husn û cemala bêmîsal
Îsandin yelmûm û şemal
Dîsa xwe lê perwane da

Husn û mehebbet her hebû
Heq aşiqê zatê xwe bû
Muhtacê husnek dî nebû
Neql û rîwayet pê weh da

Burhanê `eql ew kir qiyas
Îsm û kemalatên di xas
Ewel elîfê pê binas
Vê nûrê ew pertew veda

Ew nûre dayî şewq û tav
Alem xweyabû ma di nav
Berqên xwe avêtin belav
Reng-rengî berq û lem`e da

Subhan ji remza Xaliqî
Nûra sipîde sadiqî
Avête qelbê aşiqî
Lerzîn û ta û cezbe da

Me`nayê ’işqê bêm çi ye;
Lew min bi çeşmê dil diye
’Eksa cemalek safî ye
Lami’ di mîr`ata me da

Husnû mehebbet zatek in
Me’şûq û`aşiq latek in
Lê sûret û mîr`atek in
Her yek di me’nayê xwe da

Ger dîlber û wer aşiq in
Arif di vê da sadiq in
Ayîheyê nûra Heq in
Cih-cih di wan da cîlwe da

Aşiq ew e, dîlber ew e
Zahir ew e, mezher ew e
Rûh û beden gewher ew e
Her şahidek durdane da

Her şahidek da dêm ji durr
RÛhek di bexş ba remz û sur
Xetê xubarî nuqte pur
Katib ji bala nusxe da

Herfên kişandî katibî
Nûra di rûh û qalibî
Yek-yek bi îsmê wahibî
Î`rab Û cezm û nuqte da

Nûr in ji ser heta qedem
Neqqaşê ser meşqê qidem
Pê zeyyinand lewhê edem
Her yek bi yek dî çeşne da

Ev şikl û sûret, çeşne yin
Esl in, li bala tertie yin
Nisbet bi wan em saye yin
Tertibê xellaqî weh da

Aleb bi alem ew neseq
Bû ayine esmaê Heq
Nûra tecellaya teteq
`Eks û xeyalek sade da

Her heyeta lê rûh û cîsm
Gelkê ku lê danî tilism
Her yek ji yek rabûne îsm
Lew hertî herf endaze da

Em têk hewiyyat in yeqîn
Îsm in ji mesdermuşteq in
Mewhûm û laşey mutleq in
’Eks in di nêv ayîne da

Pertewji `eynînûrekê
Tên-tên tecalla tûrckê
Ew ser didit yek fûrekê
Lew çendî leb-leb qetre da

Ew şahidên bêrîji `eyb
Her cîlwe lê dayî di xeyb
Vê alemê ew tîne ceyb
Dîsa li ha ew cîlwe da

Reng, rengê husna sûretan
Neqş û nîgarên destxetan
Bala û bejn û qametan
Şêrînleban pur xende da

Şêrînlebên qedneyşeker
Sîmînberên nazikbeşer
Zulfan sitar bû roj di ber
Biskan li miskê te’ne da

Guldesteyên nûrînqedem
Destan ji enguştan qelem
Ew laleyê Baxê îrem
Mawer li belgan jale da

Hin esmer in, hin dêmzerî
Mehpeyker in, surmuşterî
Wîldan û hor û ew perî
Hatin lîbasê came da

Çendî bi xeml û rewneq in
Tezyîn ji husna mutleq in
Têk cîlweyê nûra Heq in
’lşqa ezel pê şîwe da

Husna munezzeh bênîşan
Wê lê nivîsî zerkeşan
Xal û xetên `enberfeşan
Her kes bi wan dil yexme da

Darûyê husna dîlberan
Bi xeml û lîbas û zîweran
Bête şihûda beseran
Bînahiya herdîde da

Binmêt-i husnê renge-reng
Nay û def û qanûn û çeng
Ew `işqevan tînit bi deng
Lew wan bi husnê nexme da

Sira kelamê eqdesî
Dem-dem di libsê enfesî
Têtin tenezzul bêhisî
Ne b`guft goyê qisse da

Weh di vê ku `uşşaqin hebin
Dildar û muştaqin hebin
Wê şemsê afaqin hebin
Da kifş bibit d`ispîde da

Da kifş bibin kewkeb di çerx
Rabin hezar Me’oif ji Kerx
Şiblî û Se’dî, alî Ferx
`Işqê di wan keşfa xwe da

Da husn û hub din mezheran
Kişf kin li her erd û deran
Aşiq bixwînin defteran
Dîlber mehebbet name da

Husn û cemal û `işqe ye
Aram bi perdê da neye
Mehbûbê lew heta heye
Nabit di perde û xelwe da

Mehbûb Û xwûb û dilberan
Bigrî li wan heftê deran
Dê xwe ji şibak û penceran
Zahir bikin di her erde da

Ew laleyên ji gul tazeter
Fesla buharê bête ser
Cih-cih bi hev ra têne der
Xweş-xwek di erdê xare da

Remzek xerîb û fatirî
Peyda bibit nîv xatirî
Qewet te nînin ragirî
Xef kî di nêv qelbê xwe da

Mefhûm ku bû melûm di dil
Zîwer bidî tê sed ’emil
Bînit lîbasik pur xemil
Hindî ku se`y û cehde da

Lefz û Tbarat came ye
Mehbûb-i me`na bi xwe ye
Lê xemlî husnek zêde ye
Lewra bi husnê zîbe da

Min ev mîsal lew bo te best
Zoran bi zulfan dil vebest
Herçî te dî sûreperest
Durrê yetîm bê feyde da

Pîs û xirab û zişt û ar
Ma ew bi xemlê têne kar?
Ê di qeydê Iebsî nedye yar
Hubbê bi xwe davê neda

Çarê hilîn, yarê bibîn
Ne d’perdeya tarî bibîn
Sed carî er karî bibîn
Gul wê di nîva buxçe da

Ew bû murada kirdîgar
Lew kir îrade û ixtîyar
Vê buxçeyê her lê buhar
Gulgeş di baxê xwunçe da

Bayê evînê ku livî
Ew qiştûzulfê serçevî
Her dem hezar dil dakevî
Xal lew di damê dane da

Behra wucûdê coşî hat
Nûrek tenezzul bû ji zat
Hatin te`eyyun têk sîfat
Eşya zuhûr ’ilmîye da

Eşya di `ilmê bûn zuhûr
Îsman ji feyza îsmê nûr
Teqwîmê bestin bê qusûr
Hukm-i sîfatê seb’e da

Vê Alemê teqwîmê best
Her îsmekî fi`la xwe xwest
Hukm û teserruf da bi dest
Her wî di milk û qebze da

E’raz û`eyn û cewheran
Wahid ji esl û mezheran
Tesîrî bexşî mezheran
Sed rengî herf û sîxe da

Feyza hurûfên `aliyat
Behsa sutûrên safilat
Ayat û wesfên muhkemat
Tertîbê ’uşr û sûre da

Katib nivîsîh ew hurûf
Her talibê pê bû wuqûf
Hatin ji dilsed ah û of
Serxet li Lewhê sade da

Ew destxetên katib semed
Wahid li ser lewha ehed
Neqşek reşandî bê`eded
Ce`da cemalê şane da

Esma tekamul rast kirin
Bala fewa`il rastkirin
Cih-cih qewabil rast kirin
Jê’illetek sûrîye da

Esma muqabil bûne zewc
Lê cumle jê bÛn fewcefewc
Behra wucûdê hate mewc
Mewcan di behrê lucce da

Coşiş ku da deryayê Cûd
D’ayineya îsmê Wedûd
Carek tecella bû wucûd
Fûrek ji nûrêjê veda

Fûrek ji nûrê wî vekir
Genca zuhûrê pê vekir
Kenza xwe qufl û mifte kir
Hêj wê di qufl û mifte da

Husnek munezzeh sewirand
Nûra hebîb jê afirand
Alem di KUN hê heyirand
Rûh-ul Qudus can nefxe da

`Erş û cîhat lê bû heyat
Ew şahidê qudsîsîfat
Ji bo yeqîna nûrê zat
Sîwan û şewq û hale da

Husna ji `işqê sewirê
Xaret kirin hor û perî
Herçî di KUN hêfikirî
Ew ma di`icz û hîre da

Ew sûretê mîr’atê husn
Jê bû zuhûr ayatê husn
Lê bû tecella zatê husn
Vê husnê ew serçeşme da

Serçeşmeya husnê ew e
Xurşîd û alem penew e
Ger bedr e wer mahê newe
Wer Muşterî yan Zuhre da

Wîldan û hor û ger perî
Şêrîn û mehbûbên berî
Hemyan ji husna xawerî
Nûrê di wan yek zerre da

Nûra ji nûra Ehmedî
Sirra sîfatên sermedî
D’ayineya zatê xwe dî
Keşfa kemalatê xwe da

Ew bû qelem, ew bû’eqil
Lew pê hedîsê da neqil
Deryayê’ilm ew bû şeqil
Tefsîlê `ilmê cumle da

Ew bû di cumle rabîte
Mîzan û îsm û basîte
Feyza heq ew bû wasîte
Çeşmê wucûdê surme da

Yek bû elîf, yek nuqte kir
Çend şiklê dî lê zêde kir
Herdem peyapey sifre kir
Bala bi bala rutbe da

Wahid ji nûra wê durê
Peyman e ew cama surê
Mey rihtê anî ber firê
Hem cam û hem peymane da

Xeyb û mîsal in herdu silk
Peyweste anîn mîmê milk
Ew katibê eimasî kilk
J`wê xameyê ev reşhe da

Nûra tecella hate `erş
Esma hemî lê bûne neqş
Şewqa di wan çû ta bi ferş
Îsman bi zatê secde da

Katib qelem dîsa gerand
Îsmek ji îsman sewirand
Kursî ji nûrê afirand
Cennatê xula û Sîdre da

Serçeşmeya nûra sexî
Behra cemed dabû rexî
Feyzê ji ber daberzexî
Dagirt û geh-geh fûre da

Ew berzexa rengayine
Hingî ku eşya dayine
Wan tê şemal îsayine
Jê sûretek ’eksiye da

Wesf û kemalatên subûh
Herfên kîtaba ’eql û rûh
Îsmek divê lê bin wudûh
Lew Lewh û kilk û xame da

Ew nusxeya alî îsim
Lewhek divê jê ra cisim
Da herfî lê bin murtesim
Herfan şikil nûrîye da

Nuqtê ku me’nayek divê
Terkîbê îmlayek divê
Sûret heyûlayek divê
Rûhan, di nefsê cuse da

Ma têne dîtin husn û sur
Bê bejn û balayên ji dur?
Katib ji van herfên di pur
NÛnek xeyalî besme da

Durdaneyên xawermîsal
Ayîneyên tê da şemal
Nurêk munezzeh ew cemal
Mey kirdi nîva şîşe da

Rûhaniyên qudsîmîsal
Dê bên lîbasê xet û xal
Saqî meya gulgûn û xal
Tînit di fîncana me da

Mey ku di camê bite noş
Bêdeng û sewt her tête goş
Jê tête di herdem siroş
Lew ev şerab alûde da

Ev reng tecela kir subûh
Saqî ji şehkasa futûh
Mey rihte cama eql û rûh
Roj bû di qewsê qubbe da

Roj bû di nîva neynikê
Katib ji herfê `eynikê
Nîvgoşeya qewseynekê
Tuxra bi îsmek taxe da

Tey kir di neêv tuxarayê îsm
Teksîrê kir herfên tilism
Husna muqeddes bû du qism
Hukmê tecellayê we da

Yek ’eql û rûhê e`zem e
Mîsbah û nûra alem e
Hawa û neqşê Adem e
Bêmudet û bêmade da

Ê dî ku nefsa kullîye
Husnek muqeddes alî ye
Ew jî bi rûh raeslî ye
Wan herdu hev ra saye da

Ayîneya zatê yek in
Lew dîlber û latê yek in
Vêk ra di mîr`atê yek in
Hem taze-taze `işwe da

Ew tên bi cem’ê fer` û esl
Maîl dibin vêk ra bi wesl
Nabin ji yek ew ferq û fesl
Hukmê wîsalê pê we da

Vêkra ku bune wesl û cem’
Barîn ji mabeynê du lem`
Îsa ji erwahan du şem`
Şem`a nufûsan şûle da

Îsa ji erwahan qebes
Pur şûle tên nûrîn qefes
Nefsan bi `işqê da nefes
Qelban bi hubbê lehce da

Ew latê husn û `eynê nûr
Sûret bi sûret tên zuhûr
Îns û perî, wîldan û hûr
Cî-cî di wan da cîlwe da

Her yek ji feyza îsmekê
Tên sûreta tilismekê
Lew me`neya her cîsmekê
Pertew ji nûrê lê veda

Dê sirrê tewlîdê bibêm
Ne b`wehm û teqlîdê bibêm
Me‘na ji tewhîdê bîbêm
Dil vê edayê şehde da

Me`şûq û aşiq herdu lat
Meczûbî dê yek bin sîfat
Hîna ku bû yek îltîfat
Be`zek sîfatan hisse da

Hay û hoya subbûhiyan
Reqs û semaya quddûsiyan
Teşbîhê coqa sofiyan
Feryad û zikr û lerze da

Westa ne şaxis sef-sef in
Batin di`eynê da xef in
Teşbîhê berqa qatif in
Lami` di çerxê tîs`e da

Bi zaz û cama badeyê
Yar têtin nîva helqeyê
Medhûş û mestê wê meyê
Şakû kulah aşufte da

Remza di cama şerbetê
Xef tête nîva suhbetê
Herçî ku fincanê detê
Wî can bi nezr û sidqe da

ŞenVa wîsalê her geş e
Şewqa şemalê ateş e
Xemra peyalê bê xeş e
Saqfeceb reng bade da

Saqê ’eceb reng bade rêt
Aşiq ji me`şûq ev divêt
Fîncan bi fincan da û mêt
Kama dilê bêçare da

Eşya li pey hev welidîn
Yek-yek ji weslê bedidîn
Hem mesder in, hem mewrid in
Vê qulzumê ev reşhe da

Ew reşhe da wê qulzemê
Mey hate tasa alemê
Cama cîhanbîn da Cem-ê
B`Eskenderî ayîne da

`Eksa ji husna meyfiroş
Avête fîncanên bi poş
Nageh di caman hate coş
Fûrî di nîva kuze da

Saqîji dengê bulbul e
Avête çerxê xulxule
Rûhan li dorê silsil e
Govend û reqs û helqe da

Mehbûb xwe nîşan da sefê
Carek di cama qerqefê
Hatî bi awazê defê
Tenbûr û çengê nexme da

’Eynê tebfet cismê kul
Bişkift di wî baxî du gul
Îşqê gerandî camê mul
Husnê di wan da pence da

Berzex bi berzex bûne rast
Nînin di nêv da kêm û kast
Menzil bi menzil hilguhast
Heta ku dur çû huqe da

Avête durdana xwe dur
Îsand ji mîsbaha xwe sur
Dolabê necminehse kurr
Mîhra sitêra Se’de da

Çewkanê bayê Lamekan
Fulka felek qaim sukan
Teşbîhê goy da ber şekan
Her bê sukûn û sukne da

Ew kamilê bê`eyb û neqs
Çerxên bi her yek nem’û şexs
Wê yek bi yek anîne reqs
Tê seb’eyê seyyare da

Her neh bi vê cehd û lezê
Çerxîn li dora merkezê
Behra du alem lê kezê
Tê ev hebab sergeşte da

Behra du alem lê zebed
Mewc û hebab in, hin cemed
Peyweste têtin cezr û med
Seywan li sehrayê veda

Ew xêveta kewkebmîsal
Geh bedr e têtin, geh hîlal
Sê deh, duwazde mah û sal
Çerx in di seyra tis`e da

Min dil ji fehmê qasire
J`wî sûretî çar bagir e
Pê kir temam ew daîre
Neqşek ji wê terwende da

Yek-yek ji teqwîma qedîm
Lê bû neseq hukmê hekîm
Avête wê lewhê Hekîm
Têk alemê pê şûle da

Hingî ku xet û nuqte ne
Ewda û eşkal tê hene
Her yek bi miqdarê xwe ne
Esla tesewwur rê neda

Mîqdar û şiklê hendesî
Kêm-zêde yek pê nahesî
Teswîr dikir lqlîdesî
Heta bi sethê sufle da

Mersef di nav van meş`elan
Qet`a mesafa merhelan
Sirra birûc û menzilan
Resma silûkê cade da

Ew yek bi yek xalî nihin
Bê hîkmetek alî nihin
Ger van surek halî nihin
Ew reqs çira mestane da?

Mestane govendê dikin
Reqsê li dor findê dikin
Qesta şekerxendê dikin
Le`lan ji gewher xende da

Tên bayê çerx û lewleban
Tedwîr û seyra kewkeban
Şe’şe`aniya rûz û şeban
Dolabî her tê jê seda

Sûretbi sûret lê kişand
Lewhê Heyûla neqişand
Zêrav ji nûrê lê reşand
Teqwîm û şikl û xane da

Katib di çerxê cedwelê
Xweş neqşek avêtê welê
Kir haşiya heft heykelê
Nêv kulliyatê xemse da

Danîn di pergaran esil
Bestin muqabil da fesil
Vêk ra dewaîr bûn wesil
Berzex bi berzex hisse da

Çar `unsur in, çar teb`et in
Vêkra bi mîzan vêkketin
Hevra muxalif sîret in
Der sûretê şexsîye da

Hetta bi mîzan çar esil
Bi hev ra nebin cem’û esil
Cisman ji hev nabin fesil
Bazû ji bazû şeq neda

Çar ummehat in, sê benat
Her bê qerar in, bê tebat
Pur `işq û meyl in iltîfat
Vê tazedeyrê kuhne da

Hin suflewî bazî dikin
Hin meylê evrazî dikin
Xweş reqsek şehbazî dikin
Sergeşte ne d’halê xwe da

Her heyet û her cîsmekî
Her ferd û new’û qismekî
Rûh wê di destê îsmekî
Mayî di qebze û pence da

Kulab bi destê wahib e
Yan rakide, yan cazib e
Yan xafide, yan nasib e
Yan refe û yan cezmê da

Ew cezme dayî merkezan
Ê dil ji ber şewq û lezan
Hikmet bi qanûnê bizan
Ehlê dil ev jê gufte da

Remzên nûcum û heyelê
`Eqlê mucerred nare tê
Bê nûr û `ilmê wehdetê
Ew ma di şek û şubhe da

Feyyazê ’ilmê "Mîn ledun"
Pey-pey ji behra "Kan" û "Kun"
Geh-geh bi ustadê sexun
Wê gewherek nasufte da

Feyza ’ulûmê felsefe
Pur kifş e, lê sitrû xef e
Min dî di camek qerqef e
Fîncan bi can min cur`e da

Her neh felek lê kaxik in
Dûrdiraz wek axikin
Tê dar in, ew jî şaxik in
Vê terhê însan meywe da

însan ber e, alem dirext
Sultan ji xelwet hate text
Pê zeyinîn îqbal û bext
Dewlet ji bala tale da

Sultan ji bala hate xwar
Lahût bi nasûtê veşar
Peyweste bû nuqta medar
Dora ’urûcê gerr weh da

Dewran gerandin her teref
Aşiq gerandin sef bi sef
Mehbûb bi fîncana sedef
Durdaneya seyale da

Saqî ku da min ew sûlaf
Feza meya gulgûn û saf
Zail kirin şubhe û xîlaf
Tlmek ji bejnê ruq`e da

Tlmek numa dil pê numûc
Qelbê bi ’işqê kit ’urûc
Dê tey bikit çerx û burûc
Şehper li dara Sîdre da

Dolab û çerxê neh felek
Pêş destê Kursî bûn helek
Sergeşte hatin ew gelek
D’wê nuqteya mewhûme da

Ehsen ji vê nezmê letîf
Çendî sebuk hatî xefîf
Mebûb bi destê xwey şerîf
Nexdê me muhr û sikke da

Ehsen ji vê wesfa refi`
Eskal û ewda `ên bedf
Têtin ji nûrê wekreqf
Bê’eyb û neqş û rexne da

Ehsen ji vê wed`ê Mela
Eşkal û ewsafên hela
Lew dil bi wan bû mubtela
Cezbe w celale d`sîne da.

Çavkanî: Kovara Nûdem, h: 2 r: 42, 1992
Deşîfrasyona ji pdfê: R. Xendekî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê