A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mem Bawer - Raman(tîzm
228 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mem Bawer - Raman(tîzm

Di qelûna êvaran de diqele evîn, şevçirayên şeva dilbijok û nûznûzok,
şewla xwe tevli axînkişandina kûrahiya keserên biriqokî dikirin û tenêtiya
Bajarên dilkevirreş dibe qesasê temenê takrihana rengîn,
Weyla...!

Di vê şeva havîna qûnsor de, dev diavêje canê xwe ba.
Sosinên ku sûsa xwe ji esmerbûna êvarên porên te digirtin,
Xwe bi bisk û keziyên darbîşengan dixeniqînin niha.

Qesra keseran
Kesera kesan
Tu yî siltana qesran qesra dilînan..!

Her êvar û her war
Li çongên te digeriya serê min
Tu dihat û baran dibariya
Her piştî barînê baran dibû bêhna te
û her carê min digot qey kêvroşkên xirdobelek in
Dest û pêçîkên te.
Min zû jiber dikir her carê, bi cizbeke belengaz û têra xwe sofî
û bi serekî sermest dixwend zend avesta zendên te.
Dewsa diranê te dima li ser...
(nabe ku ez bêjim eyb e keçê.)

Tu yî siltana qesran qesra dilînan..!

Tu yî destpêka hemû rûpelên dîroka evînan, tu bibî mêvanê kê
Li bin guhên hev dikevin hemû hest, raman, daxwazî, zanistî,
Rûreşî û bextewarî.

Te dest biavêta navika xewnên kê, wê danê
kelecaniyeke lerzelerz
û rengomengo dimixmixî ji rûyên wan ên şermokî.

Heta çongê diketin nava çîroka jiyana te ya mirtoxeyî...

Her kesek navekê li gorî dilê xwe li te dikir, hinekan digotin êş,
Hinekan digotin rûkenî, hinekan digotin qeşmerî, hinan jî digot evîn.

Lê min digot bûka ber dara miradan
û her ku perçeyek potik min bi çiqilên te ve girê dida
Destvala dilikumîm di vê riya reş ya berdî berdan de.

Min navê bûka ber dara miradan li te kiribû û her ku ez diqeherîm
Bi lêvên lerzokî, bûkikên sor li kêleka pelûnên çavên min derdiketin
û min wan bûkikên qirêjokî bi biskên dotmama xwe derman dikir.

Her carê kî pêrgî te bihata, diqiçqiçandin diranên xwe
Lê dîsa jî baş dizanim evîn...

Tu yî siltana qesran qesra dilînan..!

Kî biketa tora te, lêvên wî dişindilî, dilsojiya wî dipelçiqî
û dikete taya mirina kiras_spî hêviyên wî yên dînokî.

Kezeba xewnên wî diperîtî di tenûrên goştên soringî de.

Ey evîn..!
Evîndar ji bo te diçin geşta sêvên lêvan
Bi rûyên fediyokî û şerpeze
Zimanê xwe gez neke û çelaqiyan neke.
Bêtir bêriya birînên te yen hevrîşimî dikim
Di vê havîna çîrzelik û qemirandî de…

Tu yî destpêka çirûskên bi bahoz.
Tu yî siltana qesran qesra dilînan..!

Her êvar û her war
Xilav dibû xilolîk û bi xuroşî dibariya
Her piştî barînê baran dibû bêhna te
û bêhna kizûrî difûriya ji jiyanên belqitî…
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê