A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mihemed Nur Elhuseynî - Mêvan Im
141 Xwendin
5 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mihemed Nur Elhuseynî - Mêvan Im

Mêvantiya çavên te,
mêvantiya dest û newalên pir tarî ne
tije bahoz in û.. bêrûmet in
tenê, bi roj û şevan,
li ber dergehên wan dimînim
dixwînim
weke pîrekî zerdestî
çend salan
ez dimînim
ne
sîya darekê
roniya mehrabekê ne
ne çirak di sînga min de vêdikeve
ne dengê kewekî
ne rêwîyek awirekê di min vedide
ne şalûlek tê ser milê min
tenê li van dîwaran dimeyzînim
dîwarne nû li dora xwe bilind dikim
pelên xwe diweşînim
bêav dimînim
bê nav .. rûyekî sar û terikî
kes nabêje ev çi paytext e
ev çi paytexta sêwiya ye
ev çi hefsaneke mirî ye
ev kî xwediyê vê dara çelmisî ye?
ev çavên kesk û sist bûyî
yên mîna welatekî bêxwedî
ev çav ên kê ne?
ev dest ên kê ne?
herdem bilind kirî ne
weke aleke spî û şkestî
weke taveke sar û bêronî
li hêviya baraneke xewrtîn
Erê mirovo! sed salan tu
li ser van riyan mayî
li bende bayekî hênik
li bende destekî nerm
da xwêdana sar û germî
ji ser eniya te hilîne,
da ji ser dîwarê te stêreke vemirtî
ragire,
da kulîlkekê li ber pozên te deyne
li ber kevirê serê te deyne
û seva reş ji ser heyva te bide alî
te derine rû zemînê dareke pişkivî
yan gurzeke stiriyên çavbeloq
ê mirovê êk ta e
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê