A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mîroyê Esed - Ez û Dilik
92 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mîroyê Esed - Ez û Dilik

Rûniştime devê b’erê,
E’ynî bûme maşoqê wê.
Ji xiyalê herro dûr,
Weke b’erê dûr û kûr
Niqo dibim nava fikra,
Xeber didim dilkê xwe ra.
Pêlê be’rê tev hev dibin,
Hev de’f didin û radibin,
Erîş dikin, dikin şîrqîn
Li kenarê be’rê didin.
Kenar didin û ew dîsa
Şûnda diçin, ku bên dîsa.
Gele cara diçin û tên
Bo nav be’rê wêda bavên,
Hemû tiştê bêkêr, zêde,
Ku ew bibe lap bê zede.
Û wê demê tu dibînî
Kela be’rê temam danî.
Bayê dînik, hênik, nermik
Ber’ê dertê nazik, çapik
Ber bi min tê, min dalêse,
Heta jê tê ew direve
Û paşê jî dike gazî:
Bese rûnî, min ra dibê,
Kela be’rê, tu nabînî,
Mîna her car îda danî,
Lê tu, lê tu ker’ û sewsî
Ne dikenî, ne digirî,
Ne radibî, ne jî tiştkî
Mîna be’rê rabêr dikî.
Dibêm: here, bal mi tune
Tiştê zêde em bidin te.
Ba hêrs dibe, dizivire,
Dike dûman, toz radibe,
Qirş û qala dipekîne
Ser çavê min, dilezîne...
Em guh nadin bayê dînik,
Hê germ dibin ez û dilik,
Nav fikra da hê kûr dibin,
Gele tiştî em bîr tînîn.
Gele tiştî tenê zanin
Ez û dilik, ku em nadin
Bayê dînik, aqilsivik.

*Mîroyê Esed (1919-2008)
*Ji pirtûka wî ye Ewledê Weten , Êrêvan, 1969
*Çavkanî: @mount_ararat
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê