A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Necat Baysal - Nifşê Şehîd
264 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Necat Baysal - Nifşê Şehîd

Wekî wan salên berê bû
Rengê berfê reş û tarî
Ya ku li ser bajarên berxwedêr
Û nifşê şehîd
Bêrehm bêrehm dibarî

Xuyabû, tofan bû ya ku radibû
Lê sûretê azadiyê li ber çava
Xeyalên sedsala zindî dikir
Li tax û kolanên
Ji xendeqan xemilî

Qad qada şer bû êdî
Keç û xortên nûgiha, bi kelecan
Xeşîmên herba giran
Dilketiyên welatê xwe bûn

Dihatin!
Ji bejahî, ji hewa
Bi tanga, bi topa û firoka
Nevîçirçirkên Elî osmên
Nemerd bûn
Xwîn tehl û qeşmer bûn!

Xwediyê mîrata
Fermana Dêrsimê bûn
Go bi singûya pêsîrên dayikan jêbibûn
Bêjiyên şamanî
Û Jehr û ziqûmê bûn

Û Axx
Naleta dîroka Harpagos
Çarenûsa Medîstanê
Bi bayekî bezê xayintiyek nûjen
Li ser sîng û berê Kurdistana min
Direşand, belav dikir

Me dît
Di nîşangeha Rozayên Sur ê de
Têkçûna zaliman
Û
Di kenê Çiyageran de
Me baweriyek şîrhelal dît
Me dît
Heval û hogirê zarokên piştxendeqan hebûn
Li Nisêbîna rengîn
Xalit û Yildiz bûn navê wan
Piştevan û parasvanên lîstokên wan bûn
Bi dilzarokî
Bi dilpolayî
Yek bi yek xuricîn
Konê xwe li asoyan danîn...

Me dît
Xwezîyên di jêrzemînan de av dixwestin
Demsalên me ji desthilanîn dixistin
Û di barîna rondikên
Temaşevanên bêçare de
Can bi can dişewitandin

Ji bîr nekin
Kêliyên di jêrzemînan de şewitîn
Kenê li ser lêvan qerisîn
Laşên li kolana cemidîn

Ji bîr nekin
Banga Mihemed ê gewre
Ku digot “me li hember wan çong dananî, hûn jî daneynin”..

Hey neviyên
Seyid Riza û Şêx Seîdan
Ma hûn ê çûnê bûn
Hey delalên ber dilê dayik û bavan
Ma hûn ê mirnê bûn
Hey Egîdên xwefeda
Û zîlanên axa bêmiraz
Ma hûn ê vê derbê bûn!...

Ji Paytextê Êşê, Weşanxaneya J&J, 2016
Şîrove
osakavienna
19-10-2024, 05:53:32
I once encountered the harrowing consequences of a cryptocurrency scam, which plunged me into a deep sense of despair. I can attest, from personal experience, that it is truly a nightmare. My investment, a substantial sum in Ethereum, was effectively held hostage by an online investment platform. I had anticipated significant returns; however, I was oblivious to the impending distressing experience. As time progressed, my initial excitement morphed into anguish upon realizing that the platform I had trusted was nothing more than a cleverly devised scheme aimed at defrauding unsuspecting individuals passionate about the cryptocurrency market, leaving us feeling exposed, deceived, and hard to trust again. I discovered CYBERGENIEHACKPRO upon embarking on a money recovery journey, a team of experts specializing in asset recovery, dedicated to assisting victims in tracing and reclaiming their misappropriated funds. The process of recovering my lost Ethereum seemed daunting, as I had previously read that cryptocurrency transactions are untraceable and irretrievable. However, CYBERGENIEHACKPRO has proven this notion to be incorrect. Although the recovery process was intricate, I was elated to learn that my lost assets had been successfully retrieved. To anyone who may find themselves in a similar unfortunate situation, I strongly urge you to maintain hope and seek out CYBERGENIEHACKPRO through a Google search. I recommend contacting C Y B E R G E N I E (@) C Y B E R S E R V I C E S (.) C O M for valuable money recovery advice. Their private website can be found at ~ https ://cyber-genie-hackpro. info/ ~.

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?