A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Omer Faruq Baran - Zulfên Zelîxayê
2353 Xwendin
9 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Omer Faruq Baran - Zulfên Zelîxayê

zulfên zemanê berê ne zulfên zelîxayê
êş, ezab, elem, derd û kul dîne
hinekirî ne sor spî
li erdê berriyê bêrî
pir av anîne ji ser bîrê, pir biriqîne
zulfên zemanê berê ne zulfên zelîxayê
heşt zik zaro xwedî kirine
geh pale bûne bi dergûş
geh li qirşan geh li pûş
xûz bûne tak rihan
li ber beroşan, sîtilên li ser sê keviran
ji ber karan, wehîd tim, bi gazinc car caran
zulfên zemanê berê ne zulfên zelîxayê
çend sal emir kirine ew jî nizane
haho hawar, hatine rûçikandin li şûna miriyan
bi saxî ketine tirban
kokên wan şil, şil kirine dil
zulfên zelîxayê, mîna mirinên zemanê berê
mîna mirinên zemanê berê, zulfên zelîxayê
Şîrove
Denîz delîkûrt
23-05-2023, 16:18:59
Merheba hevalno ez vê gavê nexweşxana didani de benda hejmara xwe me. Xinekê xewim û xemgîn im. Bahra gelek ya helbestê ye. Bi rastî min şerm ne kiriba , minê têr rondik barandiba ser zulfin Besê. Pêşiya her tişti ev helbeste gelek gelek law û delal bû. Ked sax
Xelîlê Farqîn î
24-05-2023, 20:17:40
Vê helbesta kû ecêb xweş e mixabin ez hê pê hisiyam û anha ji di mêjiyê min de wekî bobelatê deng dide tu dibêjî qey lê ser dayika min hatiye afirandin. sipas Ömer Faruk baran

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?