A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Osman Sebrî - Bi Xêr Hatin
973 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Osman Sebrî - Bi Xêr Hatin

çivanên me, çivanên me bo pêşende gelek rastin,
Heyîna me, giyanê me bi vî rengî tê parastin,
Bê dîtin, peyv û rûniştin çawan dê binasin hev,
Bê nasîn em nikarin qet xwe bighînin xebata tev,
Divê yekdest digelhev bin bi derdê xwe biramin em,
Di nav cîhan rê û rêzan gelek pir bûn bizanin vê,
Peyayên miletên mayî ji bona xwe bi rêber kin,
çi gava em bi pê wan din dibin kolî ji bona wan,
Vemalin zend û bendên xwe bo pêşende xwe li kar kin,
Gelê xwe yê di xew mayî bi awakî hûn hişyar kin,
Şîrove
Bêkes Nezan
31-10-2021, 14:08:31
Bêhna welatparêzîyê, ji welat hezkirinê tê ji hemî helbestên cenabê Osman Sebrî.. Hertim rêz girtim bo helbestvanên Milletê Kurd! Birêz Osman Sebrî ji wan yek e.. Bila hemî stêrken asûmanan heval û hogirê cenabê Wî bin..

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê