A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Mizgewtî Xurmall
161 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Mizgewtî Xurmall

çûme mizgewtî Xurmall be giryan
Ax jûrî reş û wêran û ‘uryan
Tehlîleyî buwe be çeke û kewan

Rêçkeyî bestuwe espêy murîdan
Her mallî Xuwa ye errwa be tallan

Asarî konî îslam rûxawe
Be callcalloke mînber tenrawe

Ta tûtin le şiwên îmam danrawe
Mîhrabî sîpallî tiya hellçinrawe

Xellik le ber bêgar hatûne aman
Dewrî eshaban sê mizgewt kiran

Yekê le Nigill duwem le Kirman
Sêyem le Xurmall mellbendî kurdan

Hersê binaxey Ewllay homeran
Asarî fexr in bo dewrî ewan

Sulltan Selîm goy şahî birdewe
Qubbe û minarey taze kirdewe

Qellayêkî kird bew ser girdewe
Serberzî xiste qewmî kurdewe

şêx girtiye dest xoyî mullkî Xuwa û ewan
Ke şêxan tobey mirîd daeden

Ellên le mallî xellkî dest meden
Bellam ke cerde beşyan bo deben

Ellên xezwe ye, xumsî lê derken
Fitway bo eden be nessî Qur’an

şêx be aşkira beheştfiroş e
Seraney mirîd hezar qiroş e

Mirîd sabrêne ellê bîdoşe!
Dewllet û mallyan hênde la xoş e
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê