A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Pêşrrewî Ziyaretî Mewlewî
119 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Pêşrrewî Ziyaretî Mewlewî

Ey be naw me’dûm, wey be giyan mewcûd
‘Edem zînetî dawe be mewcûd

Ba me’dûmîş bî, namirî her ewî
Hemû şî’rêkit elê: Mewlewî

şî’rekanî to hemûy îlham e
şî’rî tir le rûy ew da bêtam e

Sozî kurdîy to le ateşgawe
Agirî newrozî xiste dunyawe

Ew hewtewaney le “kabe” da ye
Her şîr û şîrî wiştirî tiya ye

şî’rî to le ser çiyay Kurdistan
şaxey şetawan, harrey befrawan

Le qellemrrewî Kurdistanewe
Yek kewtin lawan be seyranewe

Dêne ziyaretî mawa û merzî to
Be nexmey şî’rî saf û berzî to
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê